Ji Sibatê de zêdetirî 6 hezar û 760 alavên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Ji Sibatê heta niha zêdetirî 6 hezar û 760 alavên leşkerî û zêdetirî 10 hezar leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) daxuyand ku karwaneke dewleta Tirk nêzî 100 alavî ye ku tê de tank û panzêr hene di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê bûye û ber bi nuqteyên dewleta Tirk ên li wir ve çû.

Bi berdewama derbasbûna karwanên dewleta Tirk a li herêmên Idlibê re, hejmara alavên ku ji destpêka agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê di 5’ê Adarê de ragihandiye gihişt 3 hezar û 380 alavî û bi hezaran leşker.

Bi wê re jî hejmara erebe û alavên leşkerî li herêmên Idlibê ji dema 2’yê Sibata 2020’an heta niha bûn 6 hezar û 760 alav û leşkerî ku derbasî xaka Sûriyê bûne, tê de tank, loder, mewzî û radarên leşkerî hene, ji wê zêdetir jî 10 hezar û 400 leşkerên Tirkiyê hene.

(fr)


Mijarên Din