Ji Şehbayê daxuyaniya piştgiriyê

Meclisa Kantona Şehbayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Erdogan hewl dide mirovahiyê wêran bike û nehêle gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê azad bijî. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku biryar û helwestên pratîk li hember êrîşên dagirkeriyê yên ku parçekirina Sûriyê armanc dikin, bigirin.

Bi dehan endamên Meclisa Şehbayê û saziyên sivîl li ber Navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Kantona Şehbayê Ehmed Selame ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji 8 salan ve dewleta Tirk desteka rêxistinên terorîst mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra dike. Êrîşa wan koman li ser Kobanê bi desteka dewleta Tirk bû. YPG û YPJ`ê bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî û desteka gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan berxwedaneke destanî nîşan da, bi ser ketin û li tevahiya cihanê deng veda. Berxwedana wan heya niha berdewam e.

Her wiha hate diyarkirin ku Erdogan hewl dide mirovahiyê wêran bike û nahêle gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi azadî bijî, ji ber wê ji destpêka aloziya Sûriyê ve desteka terorîstan kir, ji bo ku projeya herêmê ya demokratîk têk bibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku QSD û şêniyên herêmê şerê wan rêxistinana kir, bi ser ketin û ji aliyê erdnîgarî ve li herêmê tune kirin. Lê Erdogan hewl dide dîsa DAIŞ`ê vejîne. Ev tişt di dagirkirina Efrînê de di destpêka 2018`an de, kuştina bi sedan sivîlan, koçberkirina bi hezaran û guhertina demografiya herêmê îsbat bû. Niha jî bi hinceta bicihkirina penaberan û avakirina “herêma ewle” hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û wê mîna Lîwa Îskenderon, Qibris, Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê bike.

Di daxuyaniyê hate gotin ku gelê Şehbayê bi tevahiya pêkhateyên xwe ji Kurd, Ereb û Tirkmen êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û wê wek komployeke kirêt ji hêla hêzên navneteweyî ve dihesibînin. Her wiha soza sekinandina li hember êrîşan û şopandina rêya şehîdan dan.

Di daxuyaniyê de piştgiriya lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û hikumeta Sûriyê de hate kirin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana QSD, şêniyên Kobanê, Efrînê û yekitiya gelan bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din