Di Nîsana 2022`yan de Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi projeya amadekirina rêya Embare-M4 ya rojavayê Qamişlo kir. Desteyê li şûna rêya Elî Firû ya ku Qamişlo bi rêya M4 ve girê dide, ev proje xiste plansaziya xwe.
Li gorî gerînendeyê projeyê Xelîl Yusif dirêjahiya rê 10 kîlometre, bi penahiya 13 metre ye. Şirketa Zagros a Rêyên Giştî vê projeyê bi rêve dibe. Çaverê bû ku xebat di 6 mehan de bi dawî bibe. Lê ji ber hin pirsgirêkên di wesayît û peydakirina bermahiyan de derketine bidawîkirina projeyê dereng ma.
Yusif da zanîn ku xebatên vekirina rê, kolandin û tijîkirina wê bi bermahiyan û kevirê şikandî di pêvajoya dawîn de ye û got: “Heta niha me 8 kîlometre ji rê amade kiriye. Xebatên me heta temamkirina beşa mayî berdewam e. Çaverêye ku em van xebatan di 2 hefteyan de bidawî bikin.”
Her wiha Yusif diyar kir ku li ser rê 5 ebareyên avî hatine bicihkirin, yek mezin e bi 5 qulikan e û got heta niha bi rêjeya ji sedî 85 projeyê temam bûye.
Der barê zehmetiyên ku li pêşiya xebatên amadekirina rê derdikevin de Yusif wiha got: “Di peydakirina miqdara pêwîst a kavirê şikestî ku ji çiyayê Kizwanê yê rojavayê Hesekê tê derxistine de, em zehmetiyan dikişînin. Miqdara heta niha me bi kar aniye, duqatî ya di destpêka projeyê de hatiye diyarkirin e. Li rex wê, hin pirsgirêk di wesayîtan de derketin ku di hin pêvajoyan de xebatên me rawestiyan.”
BIDAWÎKIRINA PROJEYÊ
Yusif eşkere kir ku rê beriya biharê piştî bidawîkirina xebatên ziftkirinê, dê ji bo çûn û hatinê, were vekirin.
(şx)
ANHA