‘Ji sedî 70 projeyên xizmetguzariyê bi dawî bûn’

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan diyar kir ku projeyên xizmetguzariyê yên ji bo îsal danîbûn, ji sedî 70’ê bi dawî bûne û got: “Nêzî 7 milyar û 400 milyon lîreyên Sûriyê li van projeyan çûye. Heman demê de hinek pirsgirêk jî derketine.”

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan xebatên xizmetguzarî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Di salê de her 3 mehan projeyên xizmetguzarî yên pêwîst ji şêniyan re pêk tên, bi taybet jî li herêmên nû hatine rizgarkirin mîna gundewarên rojhilatê Dêrzorê.

Desteyê di 3 mehên beriya bidawîbûna îsal de gelek proje mîna sererastkirina rê, aktîvkirina firnan, stasyonên avê yên xirab bûne û torên ava vexwarinê, bi dawî kirin.

Li gor herêmên rizgarkirî, tevahî xizmetguzariyên pêwîst da ku şênî vegerin warên xwe pêk hatin. Ew jî rakirina satir, sererastkirina rêyên sereke û stasyonên ava vexwarinê, ne. Her wiha hê jî xebat berdewam e. Di heman demê de Meclisa Rêveber bi Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan re da zanîn ku girîngiya mezin a projeyan ji herêmên rizgarkirî re ye.

Derheqê pirsgirêk û astengiyên li pêşberî desteyê de, hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Cozêf Lehdo got: “Pirsgirêkên girîng ên li pêşberî pêkanîna projeyên me, kêmbûna alav, kadroyên endazyarî û pîşezasên pispor in.”

Li ser pirsgirêkên xizmetguzarî yên 3 mehên dawiya îsal de Lehdo wiha axivî: “Di 3 mehên dawîn, dê xebatên me tenê sererastkirin be. Ji ber ku zivistan hat. Her wiha jî di zivistanê de projeyên bingehîn ne pêkan in. Tenê dê werşeyên sererastkirinê ya vekirina kunên herikîna avê li ser rêyan, bên aktîvkirin."

Lêçûna salane ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser 4 beşan  pêk tê û her beşek 3 meh in. Tê de plan û proje li gor herêmên Rêveberiya Xweser pêk tên.

Lêçûna ji Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan re da ku projeyên xizmetguzarî di 3 mehê beriya bidawîkirina îsal pêk bînin, 7 milyar û 400 milyon lîreyên Sûriyê hat diyarkirin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din