Ji pêşiya baregeha koalisyonê, rûspiyan banga rawestandina êrîşan kirin

Çalakiyên li pêşiya baregeha Koalisyona Navneteweyî li navçeya Çelebiyê bi beşdarbûna sedan şênî, rûspiyên eşîran û nûnerên Rêveberiya Xweser didome.

Sedan şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan konê çalakiyê yê li pêşiya baregeha Çelebiyê hatiye vedan, ku baregeha Koalisyona Navneteweyî li wir e.

Rûspî û nûnerên eşîrên Reqayê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re gotin, ew li pêşiya baregeha Koalisyona Navneteweyî nerazîbûna xwe nîşanî êrîşên artêşa dagirker didin ku mirov û keviran dikin hedef.

Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiyê bi êrîşa xwe hewl dide herêma herî ewle dagir bike û gelê wê koçber bike.

Rûspiyên eşîrên Reqayê ji Koalisyona Navneteweyî xwestin ku sozên xwe bi cih bîne û êrîşa Tirkiyê bide rawestandin û artêşa Tirk û çeteyên wê ji xaka Sûriyê bide vekişandin.

Bi dehan malbatan ji ber bombebarana Tirkiyê koçî pêşiya baregeha koalisyonê kirin û daxwazin ku parastina wan mîsoger bikin û destwerdana êrîşa Tirkiyê bikin, da ku vegerin malên xwe.

Tê payîn ku çalakiyên li pêşiya baregeha koalisyonê dê dewam bikin heta ku koalisyon destwerdanê bikin û êrîşan rawestînin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din