Ji partî, rêxistin û saziyan piştgiriya lêvegera siyayî ji bo Kurdan

Di serdana şandeya Têkîliyên Dîplomasî ya KNK`ê de endamên rêveber û endamên Meclisên Êlên Kurd, Kongreya Star, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê tekez dikin ku ew piştgiriya biserxistina însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikin da ku lêvegerek siyasî ji gelê Kurd re ava bikin.

QAMIŞLO

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a avakirina yekîtiya nêrînên aliyên siyasî yên Kurd û danûsandina bi saziyên civaka sivîl, kesayetên civakî û êlên Kurd de re îro Komîteya Têkîliyên Dîplomasî ya KNK`ê serdana navendên Kongreya Star, Meclisa Êlên Kurd, Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ya Herêma Cizîrê kir.

Komîte ji Derya Remedan, Mistefa Mişayix û Izdîn Fatimê pêk hat. Komîteyê destpêkê serdana Meclisa Êlên Kurd a navçeya Amûdê li Kantona Qamişlo kirin. Şande ji aliyê êl û rûspiyên êlên Kurd Diqûriyê, Kebariyê, Mihacre, Mêrsîniyê, Aşîtiyê û Koçera ve hate pêşwazîkirin.

Piştre komîteyê serdana Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê kir. Hevserokê Mala Êzidî Ziyad Ebdal, endamê Têkîliyên Derve Silêman Hesen û endamên Mala Êzidî Esed Oso, Edanan Salih, Celal Cendo, liyas Seydo, Silêman Cendo û Ziyad Rustem şande pêşwaz kir.

Paşê şandeyê berê xwe dan bajarê Qamişlo û serdana avahiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê kir û ji hêla endama  Desteya Rêveber  Yekîtiyê Noşîn Bîcirmanî û endamên yekîtiyê Zubêr Zênel û Fehîm Morî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî wê şandeyê serdana avahiya Kongreya Star a Qamişlo kir û berdevka kongreyê Evîn Siwêd, endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şande pêşwazî kir.

Di serdanan de endamên rêveber û endamên Meclisên Êlên Kurd, Kongreya Star, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê û Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê tekez kirin ku ew piştgiriya biserxistina însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikin da ku lêvegerek siyasî ji gelê Kurd re ava bikin. Her wiha destnîşankirin ku gelê Kurd yekîtiya tevgerên siyasî yên Kurd ji bo bidawîkirina komkujiyên ku li ser wan têne kirin, dixwazin.

Komîteya KNK-Rojava di 7`ê Adarê de piştî bidawîkirina qonaxa yekemîn a însiyatîfê, destpêkirina qonaxa duyemîn ji bo yekrêziya refa Kurd û avakirina lêvegerek siyasî hevpar di civîna xwe ya asyaî ya heftane de ragihandibû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din