Ji nexweşxaneyên Qamişlo banga lezgîn a xwîndayînê

Nexweşxaneyên bajarê Qamişlo li gel topbaran û bombebarana ketober a artêşa Tirk a dagirker a li dijî Qamişlo û birîndarbûna sivîlan, banga lezgîn a dayîna xwînê kir.

Di encama topbaran û bombebarana ketober a li dijî bajarê Qamişlo yê tê de bi hezaran sivîl hene, gelek birîndar çêbûn.

Nexweşxaneyên Qamişlo banga lezgîn a dayîna xwînê li şêniyan kir. Her wiha jî topbaran û bombebarana artêşa dewleta Tirk a dagirker didome û tê payîn ku gelek birîndar çêbin.

(fr) 

ANHA


Mijarên Din