​​​​​​​Ji MSD’ê û YJKK’ê peyamên sersaxiyê ji Mezlûm Ebdî re

Hevserokatiya MSD’ê û Yekitiya Jinên Komînist a Kurdistanî peyamên sersaxiyê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re ji bo wefata dayika wî, şandin.

Di peyama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de wiha hate gotin:

"Îro MSD’ê bi xemgînî agahiya wefata dayika Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ya bi navê Xezne Hac Hisên bihîst.

MSD’ê sersaxiya general Mezlûm Ebdî û malbata wî xwest."

Peyama sersaxiyê ya YJKK’ê:

"Me bi êş û xemgîniyeke mezin agahiya wefata Xezne Hac Hisên (Yadê Xezne) a hevjîna têkoşerê welatparêz Dr. Xelîl Ebdî û dayika têkoşerê Kurdistanê û fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî, bihîst."

Ev malbateke welatparêz a kurdistanî ye, bi têkoşîna şoreşgerî ya rizgariya Kurdistanê, bi mafên tevahî gelan û neteweyên bindest û rizgarkirina wan ji tevahî şêweyên destpotiyê, tê naskirin û hê jî li ser bingeha metoda şoreşgerî û tevgera şoreşgerî xebata rizgarkirina nîştimanî û civakî bê dudilî yan jî teslîmkariyê dike.

Em wek YJKK’ê sersaxiya tevahî malbata Ebdî ji bo wefata Yadê Xezne dikin, her wiha bi rê ya malbata Ebdî sersaxiyê ji tevahî jinên welatparêz û şoreşger ên li Kurdistan, tevahî cîhanê û gelê Kurdistanê re dixwazin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din