Ji MSD`ê têkildarî civîna Astanayê daxuyanî

Meclisa Sûriya Demokratîk têkildarî civîna Astanayê ya 13`mîn, mixabiniya xwe anî ziman û daxuyanî wek paşguhkirina rasteqîniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldana gurkirina şer bi nav kir.

Civîna Astanayê ya 13`emîn li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan (Astana) di 1 û 2`ê Tebaxê de pêk hat û di dawiyê de tu guhartinên berbiçav bi dest nexistin û hemû dosya ji bo gereke din hiştin.

Di encamnameya civîna Astanayê ya 13`emîn de hate gotin: “Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ajandeyên parçekirinê tev digere û hewldana têkbirina ewlehiya neteweyî ya welatên cîranên Sûriyê dike.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro bi daxuyaniyekê bersiva encamnameya Astanayê ya 13`mîn da û got: “Dewletên ku  rojane gefan li ewlehiya herêmê dixwin, ne mafdar in ku hêzên ku desteka xwe ji milyonan gel digirin, bi tawanên terorîstî tawanbar bikin.”

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

"Civîna Astanayê ya 13`emîn a di navbera aliyên garantor ên ku hewldana nûkirina biryara agirbesta Idlibê û girîngiya pabendiya bi vê biryarê dikin, li beramberî vê yekê li ser gurkirina şerê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev kirin û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî ku xwedî ajandeyên parçekirinê ye û hewldana têkbirina ewlehiya welatên cîranên Sûriyê dît.

Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk bi xweşbînî pêşwaziya hemû biryarên bidawîkirina şer û sivîlan dûrî êş û azara şoreşê bixin, dikin. Em dibînin ku însiyatîfên navdewletî yên wiha, rewşa Sûriyê naguherînin û ne jî li gorî berjewendiyên Sûriya yekgirtî ne.

Berovajî vê yekê, hewldana veguhastina şer ji herêmekê ber bi herêmeke din ve, bi taybet ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gelên Sûriyê re cihê aramiyê ne, di heman demê de herêmên herî zêde yên aramî lê pêk hatiye, tevî şerên giran ên ku şêniyan li dijî terorîstan meşandin û destkeftiyên leşkerî bi dest xistin. Di vê derbarê de rejîma Tirkiyê ku hewldana gera Astanayê ber bi berjewendiyên xwe ve bibe, israra pêkanîna komkujiyan û pêkanîna qirkirinê li dijî gelên herêmê dike. Dewleta ku rojane gefan li ewlehiya herêmê dixwe, ne mafdar e hêzên piştgiriya xwe ji milyonan gel digirin, bi tawanên terorîstî tawanbar bikin.

Li ser vî esasî Meclisa Sûriya Demokratîk der heqê paşguhkirina aliyên navdewletî ji van rasteqîniyan re, mixabiniya xwe tîne ziman. Rejîma Tirkiyê qet fikarên xwe der barê hebûna Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê de li ser sînorê xwe negotiye, lê li dijî projeya me û pêşeroja Sûriyê, hêzên xwe li ser sînor bi cih dike. Armanca me, xwe gihandina Sûriyeke demokratîk e û Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên parastina Sûriyê ne û kiryarên Tirkiyê hewldanên xapandina raya giştî ne. Di heman demê de hewldana qezenckirina aliyên çalak dike da ku bibin hevkarên kiryarên wê yên dermirovî."

(eh)


Mijarên Din