​​​​​​​Ji Mirina Reş heta Koronayê…şewbên ku bi melyonan kes li cîhanê dan ber xwe

Belavbûna vîrûsa Korona (COVID-19) tirseke mezin li seranserê cîhanê ava kir. Hema bêje jiyan bi temamî rawestand. Lê belê ev ne cara yekê ku mirovahî rastî şewbeke bi vî rengî tê, beriya niha jî gelek şewbên din derketibûn. Gelo çawa ev şewb hatin derbaskirin?

Di dîroka mirovahiyê de gelek şewb derketin ku xeteriya xwe ne kêmî xeteriya Koronavîrûsê bû. Lê belê tevî xeteriya wan a mezin li ser tenduristiyê û belavbûna berfireh jî, hatin derbaskirin. Gelo dê Korona vîrûsa nû bê kontrolkirin an dê wekî şewbên beriya xwe ku bi milyonan mirov bide ber xwe?

KULAREŞ (EL-TAÛN/ MIRINA REŞ) DERDORÊ 25 MILYON MIROV KUŞT

Şewba Împaratoriya Roma ya dawiya serdema malbata Antonî di navbera salên 165 û 190`î de derket û li her sê parzemînên; Ewropa, Asiya û Afrîkayê di demên cuda de belav bû. Şewb bi navê Kulareş anku Mirina Reş (El-Taûn) hat bi navkirin û bû sedema mirina ji sedî 50 ji kesên ku pê ketine.

Dîroka zanistî belavbûna navdar a Kulareş qeyd kir ku bi navê (Taûn Justinian) ku vedigere navê împaratorê Bîzansî Justin (451 B.Z), hat naskirin. Heta 200 salan di demên cuda de şewb belav dibûn û derdorê 25 milyon mirov dan ber xwe. Her wiha şewb li piraniya dewletên deryaya Spî belav bû. Lê li gorî hin çavkaniyan ji vê nexweşiyê ji 100 milyonî zêdetir insan mirin. 

Di sala 1334`an de şewba bi navê Mirina Reş anku (El-Taûn El-Ezîm) ji Çînê destpê kir û heta Stenbol û seranserê Ewropayê belav bû. Ji ber şewbê derdorê ji sedî 60 ji hejmara xelkên Ewropayê, jiyana xwe ji dest dan.

Di serdema nûjen de bi taybetî di salên 60`î yên sedsala 19`emîn de Kulareş ji Çînê destpê kir û li Hong Kongê belav bû û heta dawiya wê sedsalê û destpêka sedsala 20`an dewam kir. Şewb bi rêya cardûnan di keştiyên bi dûman de belav dibû. Vê carê jî ji ber şewbê derdorê 10 milyon kesî jiyana xwe ji dest da.

Di vê şewbê de hat zanîn ku Kulareş (El-Taûn) ji ber bakteriyê çêdibe û bi rêya xalxalokên cardûnan belav dibe. Bi vê agahiyê re bi rêya tekoşîna li dijî xalxalok û cardûnan bi taybetî li bajaran, rê li pêşiya Kulareşê (El-Taûn) hat girtin.

XURÎ

Nexweşiyeke vîrûsî ye ku ji ber vîrûsa "Variyolla" çêdibe û lekeyan dike heb û piştre şûnbirînên kûr çêdike. Ji ber vê nexweşiyê nêzî ji sedî 30 ji kesên di dîrokê de pê ketine jiyana xwe ji dest dan. Her wiha kesên ku jê rihet bûne jî kûr bûne, şûnbirînên kûr û nîşana li ser çermê wan derketine, her wiha hin kirîtbûnên din wekî tunekirina lêvan, poz û tevnên guhan çêkirine.

Sedemên ku xeteriya vê nexweşiyê çêkirine ew e ku bi rêya hewayê belav dibû. Xuxik, bênijandin an jî têkiliya yekser bi madeyên avî ku ji laşê mirov derdikevin an jî bikaranîna cilên gemar û livînan, vîrûsa nexweşiyê belav dikir.

Tê texmînkirin ku nexweşiya Xuriyê li Hiindistan û Misirê beriya 3 hezar sal dest pê kiriye û piştî demekê li ser dirêjahiya rêyên bazirganiyê li Asiya, Afrîka û Ewropayê belav bûye. Li Çînê di sedsala 4`emîn de û li Hindistan û herêma Deryaya Spî di sedsala 7`emîn a Zayendê de her wiha li başûr rojavayê Asyayê jî di sedsala 10`an de,  nîşaneyên mîna yên wê nexweşiyê derketine.

Li gorî daneyan, di navbera sedsalên 5 û 7`an de bi belavbûna şewban re di serdemên navîn de, nexweşiya Xuriyê derbasî Ewropayê bûye. Di bavbera sedsalên 5 û 18`emîn de dagirkerên Ewropî ev nexweşî derbasî Amerîka bakur, Amerîka başûr, Afrîka û Avusturalyayê kirine û ji sedî 90 rewşên nexweşiyê hatine belgekirin. Tê texmînkirin ku ji ber nexweşiya Xuriyê Împeratoriyên Aztîk û Enkayê hatine hilweşandin.

Li gorî daneyan, ji ber nexweşiya Xuriyê li seranserê cîhanê, 300 heta 500 meylon kesî jiyana xwe ji dest dane.

Di sala 1980`ê de bi saya bernameya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî nexweşiya Xuriyê hatiye jêbirin, ku ev yek ji serkeftinên mezin ên zanistên tenduristiyê tê pejrandin.

KOLERA

Kolêra di sedsala 19`emîn (1816) de ji Delta çemê Xanc li Hindistanê dest pê kir û li seranserê cîhanê belav bû. Piştî wê yekê 6 şewbên heman nexweşiyê derketin û bi deh melyonan mirov li hemû parzemînan kuşt.

Li Hindistanê di navbera salên 1817 û 1860`î de zêdetirî 15 milyon kesî jiyana xwe ji dest da. Di navbera salên 1865 û 1917`an de jî 23 melyon kesî jiyana xwe ji dest da. Her wiha li Rûsyayê di heman demê de zêdetirî 2 milyon kesî jiyana xwe ji dest da.

Şewba 7`emîn a nexweşiyê di sala 1961`an de li başûrê Asyayê rû da û di sala 1971`an de gihîşt Afrîka û piştre di sala 1991`an de li her du parzemînên Amerîkayê belav bû. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nexweşiya Kolêra niha li gelek welatan heye.

Li gorî lêkolînvanan, salane derdorê 1,3 heta 4 melyon kes bi nexweşiya Kolêrayê dikevin û ji rêjeya giştî ya nexweşan, li Afrîkayê ji sedî 5 û li cihên din kêmî ji sedî 10 ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin.

ÊNFILWANZA

Ênfilwanza jî yek ji wan şewban e ku vîrûsekî qewîne û salane li seranserê cîhanê belav dibe.

Ênfilwanza Rûsya, şewba Ênfilwanza ya herî kevin e ku di navbera salên 1889 û 1890`î de ji ber vîrûsa H2N2, derketiye. Ênfilwanza ji Rûsyayê dest pê kir û bi lez li Ewropayê jî belav bû. Di Kanûna 1889`an de jî gihîşt Amerîkaya bakur û ji wir di Sibata 1890`î de li Amerîkaya Latîn û Asyayê belav bû. Ji ber vê nexweşiya vegir, nêzî milyonek kesî jiyana xwe ji dest da.

Ênfilwanza Spanî ye. Dîrokzan dibêjin ku vîrûs destpêkê di mehên dawîn ên şerê cîhanê yê yekem (1918`an) de, belav bûye.

Her wiha diyar dikin ku leşkerên li eniya rojava ya şer di xendekên teng, genî û şil de jiyan dikirin, ji ber vê yekê gelek ji wan nexweş bûn.

Li gorî malpera "Live Science" ya zanistî, ji ber sîstema xwarinê ya xirab, cîhazê parastinê yê laşê wan leşkeran lawaz bû û derbasbûna vîrûsa Ênfilwanza Spanî ji laşê wan re hêsan bû.

Bi vê rengî Ênfilwanza ji xenekekê belavî ya din bû û ji leşkeran jî derbasî nava sivîlan bû. Bi taybetî dema ku şer rawestiya û leşker vegerîn malên xwe, vîrûs li gund û bajarên xwe belav kirin. Di encamê de ji 40 heta 50 milyon kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malpera kontorlkirin û xweparastina ji nexweşiyan, derdorê 500 milyon kes anku ji sêyan yek ji hejmara xelkê cîhanê  bi "Ênfilwanza Spanî" ketin.

Malpera "History" ya kar û barên dîrokî jî diyar dike ku Ênfilwaza Spanî di Havîna sala 1919`an de piştî ku kesên pêketine yan mirin û yên din jî parastina yê laşê wan hat xurtkirin, bi dawî bû.

Ênfilwanza Asyayê jî di sala 1957`an de derket û 2 milyon kes ji ber mirin. Her wiha Ênfilwanza Hong Kongê di sala 1968`an de derket û 2 milyon kes kuşt.

Di Buhara 2009`an de zanyaran cureyeke taybet ji Ênfilwaza Berazan (Xenazîr) bi navê H1N1, nas kirin. Di rastiyê de ew vîrûs ji komeke vîrûsên ji Beraz, lawirên difirin û mirovan pêk tê. Di navbera salên 2009 û 2010`an de, vîrûsa (H1N1) bandor li cîhazê nefesê yê laşê mirovan kir ku bi navê Ênfilwanza Berazan (Ênfilwanza Xenazîr) hat naskirin. Ji ber hejmarên mezin ên nexweşiyê di wê salê de, Rêxisitna Tenduristiyê ya Cîhanê vîrûsa (H1N1) wekî şewbeke cîhanî ragihand. Di Tebaxa sala 2010`an de jî Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê ragihand ku şewb bi dawî bûye.

SARS

Bi nexweşiya nefesê ya tûj û giran tê naskirin. Sars nexweşiyeke vîrûsî ya nefesê ye û çavkaniya wê lawir in. Li Çînê dest pê kir û li seranserê welatên cîhanê û dewletên başûr rojhilatê Asyayê belav bû. Qurbaniyên nexweşiyê bi dijwarî nefes dikişandin û bi ilîthaba sing ya giran ketibûn.

Di Adara 2003`an de, wê nexweşiyê gef li cîhanê xwar û yekemîn rewşa nexweşiyê li bakurê Çînê di Kanûna 2002`an de, hat dîtin. Yekemîn kesê ku vîrûs nas kiriye û ji ber miriye, bijîşkê Îtalî Carlo Urbani ye.

Ji dema ku cara yekê li herêma Guangdong a Çînê derketiye, li seranserê cîhanê zêdetirî 3 hezar kes bi nexweşiyê ketin û 861 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Tu derman ji nexweşiyê re nehat dîtin.

AIDS

Di sala 1976`an de li Kongoyê derket û li seranserê cîhanê belav bû. Ji ber ADIS`ê 35 milyon kesî jiyana xwe ji dest da. Di sala 2014`an de zanyaran diyar kirin ku çavkaniya şewba AIDS`ê vedigere salên 20`î yên sesala borî û li bajarê Kinshasa yê komara Kongoyê ya Demokratîk derketiye.

EBOLA

Şewba Ebola li Gînyayê derket û li Lîbîriya û Sîryalyonê belav bû. Piştre bi navê "Vîrûsa Ebola ya rojavayê Afrîkayê" hat nas kirin û di wê salê de nêzî 6 hezar kes ji ber mirin. Di sala 2018`an de jî careke din şewba Ebolayê li komara Kongo ya Demokratîk derket û zêdetirî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Niha jî Koronvîrûs derketiye da ku rêzeşewbên ku bi milyonan kes li cîhanê dane ber xwe, temam bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din