Partî, kesayetên siyasî yên li Minbicê daxuyaniyek hevpar da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û paşguhkirina aloziya Sûriyê şermezar kirin.
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulqadir El Hisên bi beşdariya nûnerên partiyên li Minbicê; Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûriyê, Partiya Nûjen û Demorkasiyê ya Sûriyê, gelek siyasetmedar û çalakvanên siyasî, daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdana wê di aloziya welêt de hatin şermezarkirin.
Hat destnîşankirin ku projeya li herêmê, jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên civakê de bi ser ketiye û ji ber wê dewleta Tirk êriş kir û hemû qanûnên navneteweyî binpê kir.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li sûriyeyiyan hat kirin ku dest bi diyaloglê bikin da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî, biryara NY`ê ya hejmar 2254 pêk bînin, dagirkeran ji axa Sûriyê derxin û dewleteke demokratîk, pirreng û nenavendî ava bikin.
(şx)
ANHA