Ji mertalên zindî: Ji bilî berxwedanê rêyek din nîne

Îro şêniyên kantona Qamişlo li bajarê Serêkaniyê meşiyan û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û valakirina hêzên Koalîsyona Navdewletî bargehên xwe li ser sînorên bakurê Sûriyê bi Tirkiyê re şermezar kirin.

Meş ji çarxerêya Mîtanî ya bajarê Serêkaniyê destpê kir û heya kevana bajarokê Til Helefê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê bi dawî bû. Şêniyan sloganên `Bi can bi xwîn em bi te re Rojava`, `Bijî berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê` berz kirin.

Ev xwepêşendan li gel gefên dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekişîna Hêzên Koalîsyona Navdewletî ji herêma sînor li Serêkaniyê û Girê Spî hat.

Şêniyan alên YPG, YPJ û QSD û alên sembolên şoreşa Rojava tevî pankartên bi nivîsin `Pêkahteyên gelê Sûriyê dagirkera Osmanî qebûl nakin`, `Ji dagirkeriyê û guhertina demografîk re na` û `Ji qirkirinê û guhertina demokrasiyê re na` hildan.

Dema şênî gihaştin kevana bajarokê Til Helefê berê xwe dan konê çalakiya mertalên zindî ya ku meclisa Serêkaniyê li hemberî sînorê Bakurê Kurdistanê vedaye da ku li hember her êrîşekê ji hêla dewleta Tirk ve li dijî herêmê bisekinin.

Li cem konê şêniyan zincîrek mirovî li hember sînor çêkir û sloganên li dijî AKP û silavkirina berxwedana şervanan parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin.

Her wiha endama rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Nûra Henna axivî û got: "Em li vir li hember gefên Tiriyê yên ku qirkirina gelan û qetilkirina biratiyê û mirovahiyê armanc dikin disekinin. Îro dewleta Tirk ketiya ferqa asta serkeftina projeya Rêveberiya Xweser a ku li ser rêgezên neteweya demokratîk ava bûye. Ji ber wê dixwaze vê projeya demokratîk tune bike."

Nûra wiha domand: "Dewleta Tirk dibêje ew şerê DAIŞ`ê dike, lê hemû dizanin ku wê DAIŞ`ê ava kiriye û desteka wê kiriye. Lew ra em dagirkirina herêmên me yan jî tunekirina projeya me ya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin. Gelê vê herêmê di oxira parastina projeya demokratîk de bi hezaran şehîd dane."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Kongreya Star Evîn Siwêd got: "Me li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir. Me jiyanek hevpar û azad ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re afirand. Hêzên Sûriye Demokratîk nûnera vîna me ya leşkerî ewlehî, aştî û demokrasî li herêmên me da rûniştandin. Lê dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan vê pêşketina demokratîk qebûl nekir lew ra gefa êrîşkirina herêmê dixwe."

Di dawiyê de Evîn got: "Peyama me wek jin û ciwan ew e ku ji bilî berxwadanê heya nefesa dawîn li hember gefên dewleta Tirk tu berbijarkên din tune ne."

Çalakiya li ser sînor li gel gefên dewleta Tirk ji bo êrîşkirina herêmê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din