Ji Meclisa navçeya Qenayê projeyên xizmetguzarî

Hevserokê Meclisa Navçeya Qenayê ya girêdayî kantona Kobanê Mihemd Osman ragihand ku gelek projeyên xizmeguzariyê yên meclisê plan kirine hene û di demeke nêz de wê bikevin mertiyetê.

Piştî Rêveberiya Xweser bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzariya destek da, meclisa navçeya Qenayê ya rojavayê Kobanê plana pêkanîna gelek projeyên xizmetguzariyê dike.

Hevserokê Meclisa Navçeyê Mihmed Osman derbarê projeyên ku gelek qadan digire nava xwe axivî.

Mihmed diyar kir, ku 2 yarîgeh li navenda navçeyê têne vekirin, her wiha yarîgehek li bajarokê Bêndir ê navçeyê tê vekirin.

Her wiha got, ku dê meclis bexçeyekî li navçeyê û 2 çerxerêyên rêxistinkirina trafîkê li navçeyê veke.

Têkildarî qada çandiniyê ku navçe bi binesazî û ava xwe tê naskirin û ji ber navçe dikeve aliyê rojhilatê ava Firatê, meclisê plana vekirina şitilgehên daran kiriye.

Her wiha piştî meclisa hejmarek alavên alîkariya pêkanîna kar bikin bi dest xistin, meclisê biryara sererastkirin û ziftkirina rêyên navçeyê dan.

Hevserokê Meclisa Navçeya Qenayê Mihmed Osman piştrast kir, projeyên meclisa wan dê ji bo şêniyên navçeyê gaveke erênî be.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din