Ji Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî: Divê civaka naveteweyî bi erka xwe rabe

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin.

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên li herêma Efrînê li Goristana Şehîdan a navçeya Ehresê kom bûn û wêneyên şehîd, rêber Abdullah Ocalan û alên malbatên şehîd rakirin.

Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin û bang li gelê herêmê kir li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê bisekinin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker hîn jî siyaseteke dijminane dimeşîne û qanûnên navneteweyî bin pê dike, li gel vê dijminahiyê siyaseta qetil kirin, revandin, koçberkirin, guhartina demografiya herêmê û destwerdana kar û barên Rojhilata Navîn dike, nexasim li Iraqê, Sûriyê û Lîbyayê. Dewleta Tirk tevahî rêbazan bi kar tîne û ji bo projeyên xwe yên dagirkerî û destwerdana herêma Kurdistanê û Bakurê Iraqê ji beriya 6 mehan ve dike û destekê dide çeteyan û bi hinceta êrişkirina terorê êrişî Heftanînê û Qendîlê dike û li hemberî van êrişan civaka navneteweyî bê deng e.

Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan sûcên artêşa Tirk û binpêkirinên dermirovî yên li dijî gelê me yên Sûriye bi giştî, gelê Kurd bi taybet û gelê herêmê pêk ve şermezar dikin.

Hikumeta AKP-MHP`ê bi vê hişmendiyê siyaseta Osmaniyan dimeşîne û hewl dide bi van êrişan Mîsaqa Millî careke din li herêmê pêk bîne, ji ber vê divê tevahî gelên herêmê li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser xaka Sûriyê yekitiya xwe ava bikin.

Em bang li civaka navneteweyî, NY`yê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî van sûcan û binpêkinên artêşa Tirk bi erka xwe rabin û makanîzmeyekê ji bo van sûcan bibînin, di heman demê de sûcên li dijî gelên herêmê bisekinînin.

Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonên Efrîn û Şehbayê soz didin gelên xwe û gelên cîhanê ku dem dema parastinê ye, divê rûmeta tevgera xwe û pîroziyan biparêzin, ji ber ew slogana( Parastina şoreşê û dawîkirina dagirkeriyê) slogana me ye û em ê di pêşerojê de bilind bikin.

Daxuyanî bi diruşmên" şehîd namirin" û" bijî berxwedan" bi dawî bû."

(eh)

ANHA


Mijarên Din