Ji KNK' ê ji bo partiyên kurdistanî banga lezgîn

Pêkhateyên civîna Helwesta Neteweyî ya KNK'ê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên kurdistanî kir ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û wiha hate gotin: "Tirkiye gelekî bi zanahî û stratejîk polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê bi pêş ve dibe.

 Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn dagir kir û xwe tê de bi cih dike û bi vî rengî rêya Deryaya Spî li ber Kurdan digire. Bi dagirkirina Biradostê jî, dixwaze navenda Kurdistanê hilgire bin kontrola xwe û li ser 3 parçeyên Kurdistanê otorîteya xwe ya leşkerî ferz bike.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna helwesta neteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk belav kir.

Civîna helwesta neteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk di 27’ê Tîrmehê de li Brukselê ya paytexta Belçîkayê hatibû lidarxistin.

Di encamnameya civînê de ev tişt hate diyarkirin:

"Li ser banga Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku di bin sîwana KNK’ê de ji 34 partî û rêxistinan pêk tê, nûnerên bi dehan partî û rêxistinan û gelek kesayetên Kurdistanî, di 27.07.2019’an de li Brukselê, di Civîna Helwesta Neteweyî li hember Dagirkeriya Dewleta Tirk de kom bûn. Her çend civîn bi taybetî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatibe organîzekirin jî, civîn li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Îranê jî rawesta. Di encama nîqaşan de, biryar hate dayîn ku ev deklarasyona jêrîn ji raya giştî re bê ragihandin.

Xuya ye ku îro neyaran Kurdistan kiriye çar parçe. Di destpêkê de bi peymana Qesrî Şirînê du, bi ya Lozanê jî kirine çar parçe. Bi van peymanan ne tenê gelê Kurd, her weha di serî de gelê Asûr, Suryan, Keldan û hemî pêkhateyên herêmê jî, hatine parçekirin. Lê belê, ev hemû peymanên dabirîna Kurdistanê ti caran ji teref xelkên Kurdistanê ve nehatine qebûlkirin û rewa nehatine dîtin. Dijî van hemû peymanên parçekirina Kurdistanê serhildan çêbûne, berxwedan hatine kirin.

Di van 30 salên dawiyê de li welatê me rewşeke nû rû daye û sala 1991’an li Başûr, paşê jî li Rojavayê Kurdistanê du îdareyên xweser pêk hatine.

Em baş dizanin ku ne Îranê ne jî Tirkiyê ev pêkhatin ti caran qebûl nekirine û her dem lê geriyane ku her bi çi rengî be, van pêkhatinan di sêrî de xirab bikin, heke ji wan neyê jî têkvedanê bikin û hilgirine binê ablûkayên polîtîk û leşkerî û ekonomîk.

Di vê prosesê da Îranê car bi bêdengî, carna jî bi êrişên vekirî arîşe derxistine. Li başûrê Kurdistanê gelek caran kamp û binkeyên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koyê û li ser tixûban bombardûman kirin û bi dehan kes kuştin, şehîd kirin. Van rojên derbazbûyî de jî, hêzên Îranî dîsa êrîşê başûrê Kurdistanê kirin.

Dewleta Tirkiyê wekî dagirkerên mezin, li milekî li nav tixûbên xwe yên fermî de zulmeke nedîtî li xelkê Bakurê Kurdistanê dike, li aliyê dî çavê xwe berdaye parçeyên başûr û rojavayê Kurdistanê û dest bi dagirkirineke berfireh kiriye.

Dewleta Tirkiyê ji salên 1990’ê pêve, operasyonên xwe zêde kirine û gelek binkeyên leşkerî ji Behdînan heta dorberê Mûsilê ava kirine. Ji milekî ve ji van binkeyên leşkerî li dijî Gerîlayên HPG’ê, hem îstîxbaratê kom dike hem jî êrîşan dike. Lê li milê dî jî kontrola xwe ya sîxuriyê û leşkerî li ser temamî Başûrê Kurdistanê binecih dike. Dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûr ne tenê di warê leşkerî de ye. Heman demê de dagirkeriyek çandî û aborî jî pêş xistiye.

Piştî bûyerên referandûma 2017’an, di dagirkeriya Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê de, dewleta Tirk û Îranê roleke sereke leyîstin. Niha jî destê herdu dewletan di guhertina demografî ya Kerkûk û deverên din de heye.

Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê îdareya xweser pêk hat, dewleta Tirkiyê konsepta êrişkariya xwe nû ve kir û planê xwe yê dagirkeriyeke giştî da destpêkirin. Ji Ezaz û Cerablûsê dest pê kir û herî dawiyê jî Efrîn dagir kir. Niha jî amadekariya dagirkeriyeke berfirehtir dike û berê xwe daye Kobanê, Girî Spî û Cizîra rojavayê. Ev pozisyona dewleta Tirkiyê ya êrişkar û dagirker, gelek bi aktîvî didome. Piştî dagirkirina Efrînê dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk li Efrînê sûcê dijî mirovahiyê pêk tîne. Demografiya Efrînê diguherîne û dewlemendiyên ser erd û bin erd talan dike.

Vê gavê jî dagirkeriya vê dewleta hov li ser Başûrê Kurdistanê rengekî nû wergirtiye. Êdî bi avakirina binkeyên leşkerî û istixbarî qayîl nîne û dixwaze navçeyên firehtir û stratejîk bi temamî dagir bike û tê da bi cih bibe. Ji bo vê jî destpêk ji cihekî giring û stratejîk, ji navçeya Bradostan dest bi dagiriya Başûrê Kurdistanê kir.

Di vê operasyona leşkerî da dewleta Îranê jî piştevana dewleta Tirkiyê ye. Îran di halê hazir da çend xwe vekirî tevî vê êriş û dagiriya dewleta Tirkiyê neke jî, lê nerazî jî nîne. Di dîrokê da jî ev hevkariya wan ya zimnî gelek caran hatiye dîtin. Di tesfiyeya doza Kurdistanê da rê li ber hevdu xweş kirine û vê gavê jî dikin. Li ber van bûyerên dîrokî divê hişyariya Kurdan hebe ku bikarin bi hev ra van leyiz û entrîkayên dagirkeran vala derêxin.

Li hember vê dagirkeriyê, hukumeta Bexdayê jî bêdeng e û di binî de bi Tirkiyê re hevkar e. Ev hevkariya dijê bizava azadîxwaza Kurdistanê, ji demê referandûma Başûrê Kurdistanê ve berdewam e. Li gel vê rastiyê jî, mixabin di serî de hukumet û hêzên desthilatdarên Başûrê Kurdistanê jî, di nava bêdengiyê de ne û gelek caran li hember êrîşên dagirkeran bê helwest dimînin. Parlamentoya Herêmê, gelek partî, rêxistinên sivîl û gelê Başûr bi giştî, xwedî helwest in û dagirkeriyê qebûl nakin. Divê hukumet û hemî hêz, guhdarî dengê gel bikin û li hember dagirkeriyê helwest bigrin û rawestin.

Tirkiyê gelek bi zanahî û stratejîk van polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê pêş de dibe. Li Rojavayê Kurdistanê Efrîn dagir kir û xwe tê da bi cih dike û bi vî rengî rêya Deryaya Spî li ber Kurdan digire. Bi dagirkirina Biradostê jî, dixwaze navenda Kurdistanê hilgire bin kontrola xwe û li ser sê parçeyên Kurdistanê, otorîteya xwe ya leşkerî ferz bike.

Dewleta Tirkiyê da ku baldariya mirovahiya demokratîk şêlû bike, êrîş û dagiriya xwe weke operasyona dijî PKK’ê dide xuya kirin. Ev bi temamî manipulasyon e û berevajîkirina rastiyan e. Projeya dewleta Tirk ev e ku di sedsaliya (2023) avakirina Komara Tirkiyê de, di çarçoveya “Mîsaqî Millî” (Sonda Neteweyî) de sinorên xwe fireh bike. Gorî “Mîsaqî Millî” wîlayeta Musilê û bakurê Sûriyê, di nava sînorên Tirkiyê de ne. Amanc destdanîna ser van herêman e û armanc têkbirina hemî deskeftiyên Kurdan e.

Ji ber van hemû sedeman, em Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û hemû partî, rêxistin û kesayetên beşdarê civînê, dixwazin balê bikêşînin ser vê rastiya polîtîk û stratejîk ku bikarin bi hev re rê li ber neyaran bigirin û vê tehlîke û belaya mezin ji ser serê xelkên Kurdistanê dûr û belav bikin.

Li ber vê rastiya dîrokî ya Kurdistanê, em bi giringî van daxwazan ji xelkê Kurd, Kurdistaniyan û hemû partî û bizavên polîtîk û sivîl, ji rêvebiriya xweser ya rojavayê Kurdistanê û bi taybetî Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

1- Civîn, êrîş û dagirkeriya Tirkiyê û Îranê bi yek dengî mehkum dike û banga xurtkirina berxwedanê dike.

2- Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Biradostê xencerek e di nîveka dilê Kurdistanê de. Dagirkirina vê navçeyê wê rê li ber bizava azadîxwaziya Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê bigire û her wisa jî dê rê li ber têkbirin û hilweşandina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê xweş bike. Li hember dagiriya dewleta Tirkiyê, hemû Kurdistanî hêz û dengê xwe bikin yek û li dijî vê bêdadiya dewleta Tirkiyê rawestin.

3- Êrîşên hewayî û reşahî yên dewleta Tirk ji devera Zaxo heta Qendîlê berdewam in. Ev êrîş zerera jiyanî dide hemû xelkê xwecih ku gelek gund hatine valakirin û li şûna wan leşkerên dewleta Tirkiyê bi cih dibin. Leşkergehên xwe yên daîmî ava dikin ku ev tê maneya dagiriyeke mayînde. Ji ber hindê divêt hemû Kurdistanî li dijî vê dagiriya daîmî ya dewleta Tirkiyê nerazîbûna xwe bi rengekî aktîv bidin xuyakirin.

4- Hebûna binkeyên gerîlla û pêşmergeyan li van dewrûberan rastiyeke dîrokî û rewa ye. Di her demî da hemû azadîxwazên doza Kurdistanê yên ji başûr, rojhilat û bakûr di van navçeyên de ku dijmin wekî tixûbên xwe qebûl dikin, kampên leşkerî ava kirine ku ev cih welatê wan e û herweha mafê wan yê neteweyî û niştîmanî ye.

5- Girêdayî vê dagirkeriya aktuel ya dewleta Tirkiyê ya devera Biradostê û Behdînan, her wisa pêwîst e dagiriya li ser rojavayê Kurdistanê li Efrînê, Ezaz, Bab û Cerablusê jî bête mehkûmkirin û ji dewleta Tirkiyê bête xwestin ku zûtirîn dem dawiyê li van êrîş û dagiriyên xwe bîne û ji cihên dagirkirî derkeve.

6- Divê êrîşên dewleta Îranê jî neyêne jibîrkirin, heman helwest li hember êrîş û dagirkeriya Îranê jî bête girtin. Divê bê qeyd û şert, Îran êrîşên xwe yên li ser herêmê rawestîne. Di vê dema ku Îran di bin dorpêç û zextên navdewletî de ye, ji bo Îranê rêya herî baş ev e ku bi hêzên Kurdistanî re bikeve nava diyalogê û pirsgirêgan bi rêyên aştiyane çareser bike.

7- Li vê derê bi giringî em dixwazin bala hukûmeta Iraqa Federal jî bikêşînin ser vê bûyerê ku dewleta Tirkiyê tixûbên fermî yên Iraqa Federal dibezîne û hemû norm û qaydeyên cîranî û hukumraniya Iraqê binpê dike û êrişên xwe didomîne û axeke berfireh dagir dike. Hukûmeta Iraqê divêt wekî mafê xwe yê huqûqî, hem tixûbên xwe yên fermî, hem jî hevwelatiyên xwe yên navçeyê biparêze û li dijî vê dijminahiya dewleta Tirkiyê tedbîran bistîne.

8- Ji bo li hember van êrîş û dagirkeriyê tedbîr bêne girtin, beşdarên civînê, bang li KCK, PDK, YNK û hemî hêzên Kurdistanî dike ku rojekî zûtir kom bibin û li hember dagirkeriyê helwestek hevbeş nîşan bidin.

9- Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û hemû beşdarên kombûnê, wekî hercar daxwazê ji dinyaya demokratîk, dewlet û organîzasyonên navneteweyî dikin, ku dijî vê dagirkeriya dewleta Tirkiyê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe bidene nîşandan."


Mijarên Din