Ji kevntirîn cejnên êzidiyan... cejna Batîzmê

Êzidiyên herêma Cizîrê kevneşopên xwe yên olî diparêzin. Yek ji wan jî cejna Batîzmê ye ku ji cejnên herî kevn e û ji destpêka hefteya duyemîn a salê dest pê dike û 7 rojan dewam dike.

Gelê êzidî û bi taybetî eşîrên Cêlka di hefteya duyemîn a sale de cejna Batîzmê pîroz dikin.

Pîrozbahiyên cejna Batîzmê hefteyekê dewam dikin û her roj tiştekî cuda tê kirin. Di roja yekê de êzidî cilan dişon, di rojên duyemîn û sêyemîn de ji bo miriyan sedeqeyan belav dikin. Roja çaremîn jî qurbanî (bizin an jî tiştekî din li gorî rewşa aborî) tên serjêkirin û beşek li xizanan tê belavkirin, her wiha şîranî û nanê cejnê tê çêkirin. Di roja pêncemîn de zarok li malan digerin û şekiran berhev dikin. Roja şeşemîn jî ji bo rihetiyê tê veqetandin. Di roja heftemîn de jî şev tê çêkirin û pîrozbahiyên wekî yên sersalê li dar dikevin.

Faris Şemo ku tevî malbata xwe cejnê pîroz dike, saleke xêrê ji gelên herêmê re hêvî kir û bang li hemû eşîrên êzidî kir ku cejna Batîzmê pîroz bikin. Her wiha hêvî kir ku ev cejn bibe cejna yekitiya gelê êzidî. Şemo destnîşan kir ku ew di cejnê de qurbanan serjê dikin û li gorî hejmara ferîşteyên di ola êzidî de dikin 7 beş. Li gorî ola êzidî ferîşteyê mezin Tawûsê Melek e. Her wiha beşeke ji van qurbaniyan ji bo xizanan tê veqetandin.

Hediya Şemo jî diyar kir ku pîrozbahiyên cejnê di ola êzdayetiyê de ji kevntirîn pîrozbahiyên olî yên di dîrokê de ye û ji pêşiyên wan tê. Her wiha diyar kir ku ew heta niha pîroz dikin û dê derbasî nifşên bê jî bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din