Ji hêzên ewlekariyê biryarên cejnê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina ewlehiya herêmê û welatiyan di Cejna Qurbanê de biryar dan.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derbarê mijarê de wiha ye:

"Ji bo gelê me û rya giştî

Em Cejna Qurbanê li gelê xwe pîroz dikin û bi hêvî ne ku xêr li tevahî Sûriyê belav bibe. Li ser vê yekê divê gelê me li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo parastina ewlehî, aştî û tenduristiya giştî ya şêniyan li gorî van biryaran tevbigerin:

1-Divê şênî li gorî perspektîvan tevbigerin û rêgezên tenduristiyê yên derbarê pandemiya koronayê de  bînin, kombûnan çênkin û silavan dest bi dest nedin hev. Her wiha tedbîrên xweparastin pêk bînin û lepik û maskan bi kar bînin.

- Tevgera kamyon û sahrîcên mezin û navîn, ji saet 01:00 a roja pêncşemê 30'yê Tîrmehê heta 3'yê Tebaxê saet 18:00'an qedexe ye.

-Tevgera motorsîklêtan ên sivîl û leşkerî di nava bajar, bajar û gundan de ji roja çarşemê 29'ê Tîrmehê heta roja sêşemê 4'ê Tebaxê saet 18:00'an qedexe ye.

-Qedexeye fîşek ji aliyê hêzên ewlekariyê, leşkerî û sivîlan ve werin avêtin. Yên li gorî vê tevnegerin dê werin ceza kirin û çekê wan were desteserkirin.

-Divê hemû birayên ku Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê pandemiya koroneyê derxistine li tevahî deriyên sînor werin pêkanîn."

ANHA


Mijarên Din