Ji hunermendên Kobanê têkildarî qetilkirina Bariş Çakan daxuyanî

Hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bûyera qetilkirina ciwanê kurd Bariş Çakan bi tundî şermezar kir.

Têkildarî mijarê hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navendê ji hêla endama navendê Zîlan Hemo ve hat xwendin.

Daxuyaniya hunermendan wiha ye:

"Dibe ku her kes bûyera li Tirkiyê ya qetilkirina ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çakan bihîstiye. Bariş Çakan (20) ji bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ye û dema wî guhdarî stranên kurdî dikir,  çend nîjadperestên Tirk bi kêran êrişî wî kir. Di encamê de Bariş Çakan jiyana xwe ji dest da.

Bûyera ku rû daye li gorî dewleta Tirk pir normal e! Ji ber ku hişmendiya wê li ser qirkirin û asîmîlekirina çanda gelan ava bûye û hîn jî siyaseta xwe ya qirêjî bi vî şêweyî berdewam dike. Her wiha ji wê zêdetir li Bakurê Kurdistanê destdirêjî û êrişî tevahî nirxên mirovahiyê ji çand, huner, ragihandin, vîna gelan, nûnerên gel, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û azadîxwazan dike.

Banga me wek hunermendên kontona Kobanê li hemû saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û hemû azadîxwazên cîhanê ew e ku helwesta xwe li hember kiryarên qirêjî yên dewleta Tirk a faşîst nîşan bidin. Em van kiryaran bi tundî şermezar dikin û helwesta xwe li dijî faşîzmê nîşan didin. Her wiha soz didin ku dê bi zimanê xwe bixwînin, bistrên û helbestan binivîsin, em ê faşîzmê hilweşînin ta giyanê Bariş û hemû şehîdên heqîqetê raweste.”


Mijarên Din