Ji gundê Qudê 2 welatî hatin revandin

Çeteyên dagirkeriya Tirk mêr û jinek ji gundê Qudê yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê revandin.

Çavkaniyên herêmî ji ANHA`yê re ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk duh welatiyên bi navên Fûad Bekir û Heyfa Bekir ên ji gundê Qudê yê girêdayî navçeya Raco revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ew birin cihekî nediyar.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji 18`ê Adara 2018`an ve ku Efrîn dagir kir, kiryarên revandin û kuştinê li dijî gelê Efrînê yê resen pêk tîne.

(kc)

ANHA


Mijarên Din