Ji fermandarên YPG’ê Şahîn Amed şehîd bû

Ji fermandarên YPG’ê Şahîn Amed di 11’ê Tîrmehê de li Hesekê di encama nexweşiya dil de şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyç ya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku fermandar Şahîn Amed (Mehmet Balcik) ji ber nexweşiya dil şehîd bûye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêyê me Şahîn Amed, di roja 11’ê Tîrmehê de di encama nexweşiya dil de li bajarê Hesekê şehîd ket.

Hevrê Şahîn, ji roja destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî  bi ked û fedakariya xwe dihat nasîn. Di şerê berxwedanê de ku em li dijî dagirkeriyê dimeşînin, di asta fermandarî de erk girt û beşdarî hemû pêngavan bû. Hevrê Şahîn, erk û berpirsyariyên xwe bi baweriyeke mezin bi cih anîn.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şahîn Amed

Nav û Paşnav: Mehmet Balcik

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Nûrî

Dîroka Jidayikbûnê: 1978

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 11 Tîrmeh 2020

Em di şexsê hevrê Şahîn de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

ANHA


Mijarên Din