Ji eşîra Igêdat a Dêrazorê peyama yekitî û piştgiriyê

Di civîna eşîrên qebîleya Igêdat ên gundewarên Dêrazorê de hate gotin ku divê eşîre li hemberî dijminan bisekinin û ji bo avakirina Sûriyeke yekbûyî rêzek bin.

Li ser banga eşîra Bekîr ji bo nîqaşkirnia rewşa dawî li herêmên, îro sibeha eşîrên qebîleya Igêdat li gundê Beyda ê bajarokê Siwer ê Dêrazorê kom bûn.

Nêzî 3 hezar rûspî û şêxên eşîrên qebîleya Igêdat, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif, her wiha şandeyek ji  QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê tev li civînê bûne.

Serokê eşîra Begar Ehmed Ebû Xewla axaftina destpkê ya civînê kir, bi xêrhatina beşdaran kir û got: "Herêmên me ber bi ewlehî û aramiyê ve diçin. Em naxwazin ber bi wêranbûn û fitneyê ve biçin. Ji ber ku qonaxa heyî çarenûsî ye û guhertinên siyasî û leşkerî hene."

Ebû Xewla destnîşan kir ku aliyên derve hewl didin fitne û tevliheviyê li herêmê çêbikin û got, divê hêz û eşîreyên herêmê li hemberî van hewldanan bisekinin.

Ehmed Ebû Xewla bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir : "Em hêzên leşkerî û eşîrên hermên em ê parastina herêmê û gelê xwe bikin. Ez rola eşîran a di şerê li dijî rêxistinên terorîst û rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê de silav dikim. Hin dibêjin ku Hêzên Sûriya Demokratîk hêzên biyanî ne û ne ji şêniyên herêmê ne, lê ev gotin ne rast e. Hêzên Sûriya Demokratîk sala 2015'an ji bo parastina gelên herêmên hatiya avakirin û ji şêniyên wê herêmê bi xwe ne. Vê hêzê ji Minbic heta sînorê Iraqê DAIŞ û hevkarên wê tune kirin."

Bi navê Meclisa Eşîrên Bûkimal a Cizîrê şêx Ebû Hemed El-Beqianî axivî û got: "Em eşîrên Bûkimal bi eşîra Bekîr re di rêzekê de ne, em banga yekitiya xîtaba şêniyên herêmên dikin da ku bighêjin Sûriyeke yekbûyî."

El-Beqianî, bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku di hemû aliyan de destekê bide herêmê û destekê bide hêza leşkerî da ku gundewarên bakur ji hêzên hikumeta Sûriyê û milîsên wê werin rizgarkirin.

Bi navê qebîleya Begara, Amir El-Fadil banga yekitiya eşîreyan kir, her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku di aliyê xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyî de destekê bide herêmê.

Her wiha bang kir ku divê doza girtiyan careke din di ber çavan re were derbaskirin û kesên destê wan di xwîna welatiyên Sûriyê de tune bin werin berdan.

Li ser daxwaza şêx û rûspiyan, bi navê koalîsyonê axaftin hat kirin. Di axaftinê de hate got: "Em bi domdarî dixwazin mîna vê civînê were lidarxistin da ku nêrînên hev guhdar bikin û rewşa herêmê nîqaş bikin. Divê Hêzên Sûriya Demokratîk were xurtkriin da ku ev pêvajoya zehmet were derbaskirin."

Koalîsyonê soza da ku dê desteka xwe ya bi QSD, hêzên ewlekariyê û qadên din re bidomîne û destnîşan kir ku pêwîste şêx  û rûspiyên eşîran hevgirtina xwe bi QSD û hêzên ewlekariyê re xurt bikin da ku ewlehî û aramiya herêmê xurt bibe.

Ji fermandarên QSD'ê ya herêma rojhilat Ronî Mihemed ev tişt got: "Tevî hewldanên derxistina fitneyê di navbera şênî û eşîreyan de, em ê bi yekitiya şêniyên herêmê û hêza wê ya leşkerî biser bikevin."

Ronî Mihemed diyar kir ku hin alî ji bo pêkanîna ajnîdeyên dijberî herêmên, hewl didin fitneyê di navbera eşîre û hêzên leşkerî de derxînin û got; "QSD'ê heta karibe wê daxwazên şêx û rûspiyên beşdarî civînê bûne bi cih bîne."

ANHA


Mijarên Din