Ji eniyên şer: Em amade ne axa xwe biparêzin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji eniyan teqez kirin ku ew amade ne bajarê xwe biparêzin û li hember êrîşên ku bajêr dikin hedef bisekinin.

Di eniyên bajarê Minbicê û gundewarêwê li gel amadekariyên şervanan ji her êrîşekê re bêdengiyek heye. Şevanan ji nuqteyên xwe ragihandin ku ew amade ne li hember her êrîşekê bisekinin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi navê Mehmûd Reş got: "Em niha li eniyên pêşîn Tuxar, El-Hoşeriye û El-Casûr in. Em amade ne li hember her êrîşekê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ve bisekinin."

Ji aliyê xwe ve şervanê bi navê Mihemed Elî got: "Em li eniyên pêşiyên cihê xwe bernadin. Em bajarê xwe ji her êrîşekê diparêzin."

Şervanê bi navê Ebdulcelîl Mehmûd jî got: "Ev ax bi saya xwîna şehîdan rizgar bûye. Em nahêlin kesek êrîş bike û komkujiyan pêk bîne."

ANHA


Mijarên Din