Ji dostaniyê berê ber bi dijminatiya heta hetayê: Têkiliyên DYA û Îranê

Di navbera DYA’yê û Îranê de, ku her carê ji hevdû wek terorîst îlan dikin, rageşiyek dî peyda bû.

Piştî ku DYA’yê 2’yê Çile li ser rêya balefirgeha Bexdayê bi êrîşeke hewayî fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî, ku operasyonên derve yê Zêrevanên Şoreşa Îranê rê ve dibe û Alîkarê Serokê Heşdî Şebî, hêza milis a Iraqî û alîgirê Îranê Ebû Mehdî El Mihendis kuşt, rageşiya di navbeyna DYA û Îranê de zêde bû.

3’yê Çile jî li bakurê Bexdayê êrîşek li ser Ketîbeyên Îmam Elî yên Heşdî Şebî û li Iraq û Sûriyê jî êrîş birin ser gelek komên Heşdî Şebî.

DYA di daxuyaniyan de îdîa dike ku ew ne alîgir in ku bi Îranê re şerekî bikin û gotin: ‘’Ji bo ku em dawî li şer bînin, em tevgeriyan ne ji bo ku şerekî bidin destpêkirin.’’

Rêveberiya Îranê jî got: “Em ê bersivê bidin, tolê hilînin.’’

Li ser mijara bê ka li Rojhilata Navîn wê şerekî nû dest pê bike yan na gavên aliyan têne payin.

Di navbeyna du welatan de şikestina pêşî 1979’an bû, dema ku Humeynî hatibû ser desthilatê, 444 rojan li sefaretxaneya Amerîkayê ya Tehranê krîza rehîneyan çêbûbû. Piştî vê dîrokê DYA ji bo ku hêza Îranê li Rojhilata Navîn kêm bike gav avêtin.

Rejîma Îranê jî bi dijberiya DYA’yê li herêmê polîtîka kir.

Tê payin ku li mekanê Şerê Cîhanê yê Sêyan li Rojhilata Navîn geşedanên nû çêbibin, wê sûdewar be ku em çavekî bidine ser têkiliyên du welatan ên dîrokî.

Têkiliyên siyasî yên di navbeyna Îran û DYA’yê de nîvê sedsala 19’an dest pê kirin. Ji ber ku wê demê dijminên sereke yên mezin ên Îranê Rûs û Ingilîz bûn.

Pers ku di dîrokê de hikim li ser cografyayên berfireh kiribûn, piştî ku împaratoriya wan a dawî Safewî 1769’an ji ber hevkişkişandina navxweyî ya ji ber desthilatê hilweşiya, serdema xwe ya herî qel jiyan.

Vê demê Persan beşeke girîng xaka xwe bi şerê 1804-1813’an û 1826-1828’an bi dest Rûsyaya Çarlix ve berdan.

Mêtingeha Ingiltereyê Hindistan ji bo Îranê ya li ser rêgeha wê qels bike destek da Rûsyayê.

Bi şerê 1856-1857’an Ingilîzan Îran kirin nîv mêtingeh. Pergala mêtingeriya aborî hate avakirin, û ji tûtinê bigire heta bi xetên telgrafê û petrole her tişt kete ber destê Ingilîzan.

Dema ku Inilîz û Rûsan Îran dorpêç kiribû DYA mîna hêzeke nû kete herêmê.

Persan li dijî du ‘hêzên dijmin’ deriyên xwe heta dawî ji Amerikiyan re vekirin.

Misyonerên Amerîkî vê demê bi sedan dibistan, nexweşxaneya pêşî û fakulteya TIB’ê danîn. Amerîkayê û Îranê têkiliyên xwe yên aborî û siyasî geş kirin.

Maliyeya dewletê 1911’a nû 1922’an bi sifeta, ‘’doktorê dawî ku wê nexweşê li ber mirinê xilas bike’ emanetî burokratên Amerîkî kirin.

Dema şerê cîhanê ya pêşî û yê duyan jî hevalbendê sereke yê Îranê DYA bû. Dema Yekîtiya Sowyetan ji ber têkiliyên baş ên Misir, Sûriyê û Libyayê yên bi vî  welatî re, Îran bû hevalbendê sereke yê DYA’yê, li Rojhilata Navîn.

1953: Ka em çavekî bidin têkiliyan du welatan a piştî 1950’î:

Rêxistina Îstîxbarata Navendî ya DYA’yê (CIA) bi koordîneya istîxbarat Ingilîz Serokwezîrê Îranê Mihemed Musaddiq hilweşand.

Musaddik ku piştî hilbijartina demokratîk hatî ser kar, ji hêla efserên darbekar ve hate hilweşandin û Pehlewî yê alîgirê DYA’yê ku bi rêveberiya otorîter dihate nasîn hate ser kar.

Li DYA’yê sala 2000’î Wezîrê Karê Derve Madeleîne Albrîght di axaftinekê de ji ber hilweşandina Musaddiq a bi darbeyekê lêborîn xwest. Lê rejîma Îranê axaftina lêborînê tenê şermezar kir.

1957:  Di rêveberiya Şah Riza Pehlewî de Îran 5’ê Adara 1957’an bi Washîngtonê re bi çarçoweya ‘’Ji bo aştiyê atom’ têkilî bikaranîna enerjiya atomê ya bi mebesta sivîl, peymana nukleerê danî.

1979: Serokwezîrê dawî yê dema Pehlewî Şahpûr Bextiyar 29’ê Çile ya 1979’an bi daxuyaniyekê ragihand peymana  2 santrala nükleer a bi bihayê 6.2 milyar dolarî ya bi DYA’yê re betal kirine. Peywira Bextiyar piştî vê daxuyaniyê bi 13 rojan qediya. Serokwezîrê berê piştre li Parîsê dema ku li mal bû, bi suîkastekê hate kuştin.

Li Îranê di navbeyna 1960 û 1970’yî de li  dijî wê ku Pehlewî kanên welêt dikire ber xizmeta hêzên derve çalakî çêbûn.

Sosyalîst, liberal û Îslamî li ser xalekê gihan hev û zemîna şoreşê hazir kirin.

Lê 1979’an Îslamiyan hêzên muxalîf serkut kirin û bi tena serê xwe desthilatdarî bi dest xistin.

1’ê Sibata 1979’an piştî vegera Humeynî û piştî ku alîgirê Amerîkî Riza Şah Pehlewî welat terikand, li welêt desthilatariyê dest guhart.

Bi navê ‘’Şoreşa Îslamî ya Îranê’ rêveberiyeke otokratîk a bi referansa dîn hate avakirin.

Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn hevseng bi rengekî radîkal guherandî bi vê re dest pê kir.

Rejîma Îranê ya Melayan siyaseta xwe ya navxwe û derve li ser dijberiya Amerîkayê ava kir.

1979 - 1981: 4’ê Mijdara 1979’an xwendekarên bi desteka rejîma Îranê bi ser Sefaretxaneya DYA’yê ya Tehranê de girtin û 52 dîplomat rehîn girtin.

Di navbeyna Serok Ronald Reagan û Îranê de hevdîtin hatin kirin. DYA ji bo ku zextê zêde bike îthalkirina petrola Îranê asteng kir û bi milyonan dolarên Îranê da rawestandin.

Di bûyerê de ku mîna krîza herî domdirêj a rehîneyên dîplomatîk derbasî qeydan bû dîplomatên Amerîkî bi çarçoweya Peymana Cezayirê piştî 444 rojan 20’ê Çile yê 1981’ê hatin berdan.

Washîngton di ber berdana dîplomatan de soz da ku têkilî siyaseta Îranê nebe.

DYA di sala 1985-1986’an ji bo rizgarkirina welatiyên Amerîkî yên ji aliyê Hîzbûlah a alîgirê Îranê ku navenda wê Lûbnanê bû, bi Îranê re di çarçoveya peymanekê hevdîtin pêk hatin.

Peyman li ser Îsraîlê re li pêşberî radestkirina fuzeyên tankan ên Amerîkî, parçeyên F-14’an û çekên din bikaranîna hêza Îranî ya li ser Hîzbûlahan berdana rehîneyên DYA’yî li xwe digire.

Her wiha bi daxwaza DYA’yê daxwaza kir ku Îran pere ji bo gerîlayên antî-komunîst (Kontra) ên li Nîkaragûayê re bişîne. Peymana 3 alî ya veşartî a li navbera Washîngton û Tehranê derket holê. Ev jî kir li Serok Ronald Reagan xiste zoriyê. Peymana Raagan berê red kir piştre li ser televîzyonê neçar ma ku erê bike. Îran ji bo Amerîka li ser mase bide rûnişkandin di raya giştî de bi bikaranîna Hîzbûlanan a revandina sivîlan sûcdar kir.

Di sala 1980-1988’an Şerê Îran-Iraq 22’yê Îlona 1980’ê Iraq a di bin rêveberiya Seddam Huseyîn de êrîşî bajarên Abadan û Hurremşehr yên Îranê kir. Tevî şerê 8 salan dom kir û ti alî ji vê serketî derneket û bi kêmanî bû sedemê mirina 1 milyon kesî, DYA li dijî Îranê li gel Iraqê cih girt. Îsraîl jî destek da Îranê. Di şer de ji derveyî Sûriye û Lîbya hemû welatên Erebî li gel Iraqê cih girtin.

Seddam ê desteka Amerîka li pişt xwe girt, bi dirûşma ‘Li dijî destpotê mezlûmên cîhanê û dîktatoriyê divê rabin ser piyan’ li dijî Xaminî ê nêzî Yekîtiya Sovyetê diyar kir ku xeteriyê bi xwe re tîne û li pey wê yekê ye ku şoreşê li Iraqê jî bike. Anî ziman ku bi vê armancê Îranê li Lubnanê Hîzbûlan li Filistînê jî Cîhadî komên wiha ava kir.

1988: Keştiyên şer ên Amerîka, li Kendava Besrayê keştiyeke ya Îranê noqî avê kir. Her wiha DYA’yê li Kendava Hurmuzê jî du platformên petrolê yên Îranê jî bombe kir. Îran bi çalakiyeke ya mayînan a li dijî keştiya USS Samûel B.Roberts bersiv da.

Piştî çend mehan û şûnde DYA’yê balafireke ya 290 rêwiyên Îranî li nav bû xiste xwarê. Hikûmeta DYA’yê diyar kir ku balafira rêwiyan weke balafira şer dîtine û lêborîn xwestin red kir.

2003: DYA a di bin rêveberiya George Bûsh de bi îdîaya ku xwedî çekên kîmyewî ye li dijî Iraqê dest bi şer kir. Rêveberiya Tehranê ji bo dijminê wî yê herdemî Sedam ji erkê bê girtin bêdeng ma, bi erênî piştgirî da DYA’yê. Welatê ku zêdetirî ji sedî 60 nifûsa wê Şîa ne, di navbera Tehran û Washîngtonê de ji destpêkirina şer û vir ve şerê nifûsê pêk tê.

2011: Tevgerên gel a bi navê Bihara Ereban hate binavkirin ya li Sûriyeyê destpê kir û demek kin veguherî navçeyên şer, kir ku Îran li herêmê bi aktîv rol bilîze. Îran a yek ji destekdarê herî bihêz ê li gel Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar El Esed cih girt, li gel mutefîkê xwe Rûsya raste rast mudaxele jî neke, bi destê komên milîsên Şîa yên mîna Hîzbûlah, alîkariyên lojîstîkî pêşwazîkirin û rewşa şer da guhertin.

Di vê pêvajoyê de Îsraîl tim ji esmanan ve nuqteyên girêdayî Îranê bombe kir. DYA’yê jî nerazîbûnên xwe yên ji hebûna Îranê ya li vî welatî tim dianî ser ziman.

2015: Serhildana gel a civakî ya li dijî rêveberiyê, yek ji welatên ku ev serhildan lê vegeriya şerê navxweyî Yemen bû. Îran û DYA li vir jî li du eniyên cihê cih girtin. Washîngton destek da Koalîsyona Ereban a Erebîstana Siûdî pêşengtî dikir, Îranê jî li gel Husiyên Şîa yên paytext Sana jî di nav de beşek mezin ê bajarên mezin di destê xwe de girtibûn cih girt. Di şerê bi deh hezaran kes mirin û bi milyonan kes jî koçber bûn, ji aliyan ti pêşketinek derneket.

2018: Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp 8’ê Gulana 2018’an ragihand ku ji peymana nuklere a Serok berê yê DYA’yê Borack Obama ku sala 2015’an li gel Îranê îmezkiribû vedikişe. Piştre Trûmp li dijî Îranê sektora enerjiyê jî di nav de guşarên giran li dijî Îranê xiste meryetê.

2019: Serok Dewletê DYA’yê Donld Trûmp di meha Nîsanê de Artêşa Muhafiz a Şoreşê ya Îranê weke rêxistina terorê ragihand. Piştî vê biryarê hema bi şûnde Konseya Ewlekariya Bilind a Mîllî ya Îranê Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’Yê (CENTCOM) xiste lîsteya terorê.

2020: DYA’yê bi fuzeyan Fermandarê Hêza Qudis a Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serok Heyeta Heşdî Şebî Mehdî El Muhendis li paytexta Iraq Bexdayê kuşt.

Îran ji sala 1979’an û vir ve rêveberiya heyî li ser dijayetiya DYA’yê avakiriye.

Her nakokiya li gel Washîngtonê rastiyeke ku bê şik û guman bi kêrî rejîma molla hatiye.

Rêveberiya Îranê ya bi awayekî parelel siyasetê bi Rûsyayê re dike, ji Yemen, Sûriye, Kendavê hata Filistîn, Iraq û Efganistanê li gelek nuqteyan li dijî DYA’yê şerê wekalatiyê kiriye.

Ji nakokiyên Îran-DYA dewlet û dewlemend serdikevin, gel winda dikin.

Ji vê nakokiyê DYA çekan difiroşin welatên kendavê yên dewlemendên petrolê ne.

Lê piştî sûîkasta li Bexdayê hate kirin di navbera her du welatan de di warê stratejiya aloziyên heyî de gihişte nuqteye dawî.

Suleymanî yê ku weke sembola Îranê lê hat, dide nîşandan ku wê ev yek bê bersiv nemîne.

Li Iraqê ya di warê şer de ku di asta yekem de di şerê di navbera DYA û Îranê de ye di siberoja wê de jî pêngavên dişibin hev hene.

Aloziyên di navbera Îran û DYA’yê de wê bandorê li komên olî û kêmeneteweyên cihê yên li Iraqê jî bike.