Ji destpêka ragihandina Meclisa Leşkerî ya Holê ve, 196 şervan beşdarî nava meclisê bûn

86 şervan ji şêniyên herêmên Ereb li herêma Cizîrê beşdarî Hêzên Meclisa Leşkerî ya Holê bûn û dest bi perwerdeyên leşkerî di akademiya şehîd Şiyar a leşkerî bûn.

Piştî ragihandina meclisa Holê li herêma Cizîrê di 19`ê Hezîranê de, îro ciwanên herêmê beşdarî meclisê bûn, di gurupa duyemîn de ciwanên herêmên Ereb beşdarî meclisê bûn.

Hejmara kesên beşdarî meclisê bûn 86 ciwan in, beşdarî dewreya perwerdeyê di akademiya şehîd Şiyar a leşkerî li navçeya Til Birak bûn, navê dewlerê şehîd Egîd Selar ê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû. Şervanên nû dê perwerdeyên leşkerî der barê bikaranîna çekê, displîna leşkerî, û formên leşkerî bibin, dewre dê 45 rojan dewam bike.

Merasîma beşdarbûna şervanên nû ya meclisa Holê bi toraneke leşkerî destpê kir, paşê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Holê Gabar Dêrik axivî û beşdarbûna ciwanên li meclisê pîroz kir.

Gabar Dêrik wiha got: "Em bi we bawer in, dizanin ku di parastina ewlehiya herêmê û hemû pêkhateyên dê ked bidin, her wiha hûnê pîvanên biratiya gelan, netewa demokratîk û avakirina civaka exlaqî bicih bikin."

Ev dewreya duyemîn e ku beşdarî meclisa Holê dibe, di 20`ê Hezîrana çûyî 110 şervan beşdarî meclisê bû û hatin perwerdekirin, piştî perwerdeyê berê xwe dan nuqteyên leşkerî yên meclisê, da ku parastina ewlehiya herêmê bikin.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din