Ji ciwanên Helebê pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbiriyê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Helebê bi dirûşmeya "Ji madeyên hişbiriyê re na, ji jiyanê re erê, tu jî madeyên hişbiriyê re bihêztir e" belavokên hişyarkirina ji xeteriya madeyên hişbiriyê belav kirin.

HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Helebê bi armanca hişyarkirina ji xeteriya bi karanîna madeyên hişbiriyê pêngavek da destpêkirin. Ciwanên tevgerê belavokên hişyarkirina ji madeyên hişbiriyê û bandora wê ya neyinê li ser tunduristiya mirov û tevahî civakî li welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kirin û li dîwaran jî daliqandin.

Derbarê mijdarê de, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Zeyneb Muslim anî ziman ku mebesta wan ji vê pêngavê ew e ku ciwanan ji xeteriya bikaranîna madeyên hişbiriyê hişyar bikin, ji ber ku bandoreke neynî li ser tenduristî û dirûniya mirov û tevahî civakî dike.

Zeyneb Muslim diyar ku pêngav dê du rojan dewam bike.

ANHA


Mijarên Din