Ji çalakiyên mertalên zindî hin çavdêrî

Bi israreke mezin û bê westandin pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê- Tirkiyê de xelekên mertalên zindî çêkirine û vê peyamê didin: “Kes nikare îradeya me bişkîne, em dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin".

Dema ku mirov derbasî gundê El-Minbetih ê bajarê Girê Spî yê li beramberî sînorê Tirkiyê  dibe qirîna sedan kesî ku dirûşmên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Sûriyê diavêjin, dibihîze. Ev deng bala mirovî dikşîne. Em jî serdana cihê çalakiyê dikin.

Ji beriya 3 hefteyan artêşa Tirk tevgera xwe li ser xeta sînorê Sûriyê- Tirkiyê zêde kiriye, hejmarek mezin panzer, dikên topavêjan û leşker bi cih kirine. Li aliyekî din jî xendekan li beramberî Girê Spî dikole.

Wê demê Serokkomarê Tirkiyê Tecep Tayyîp Erdogan li pêşberî çapemeniyê axivî û gefa êrîşê li ser herêmên Girê Spî û Til Rifet xwar. Her wiha gefên rayedarên Tirk nasekinin, ku dibêjin ew dixwazin herêmeke “ewle” di bin kontrola Tirkiyê de ava bikin. Lê gelên herêmê van gefan red dikin. Rêveberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî got, avakirina herêma “ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de ne nayê qebûlkirin, dibe herêmeke di bin çavdêriya navdewletî de were avakirin.

Konên çalakiyên mertalên zindî bi vê mebestê hatine vedan. Bi dehan şêniyên Ereb û Kurd, Ermen û Tirkmen ên Girê Spî bûne mertalên zindî û bi yek dengî dibêjin ew dagikeriya Tirk û gefên wî bi ti awayan napejirînin. Gelê herêmê peymanê dide dewleta Tirk û raya giştî ya cîhanê ku gelê Bakurê Sûriyê xaka xwe bernadin û berdêl çi be wê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin. Her wiha gel bang li civaka navdewletî dike ku erka xwe mirovî bi cih bîne û zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser sînor, rawestînin.

Konê mertalên zindî 18‘ê Tîrmehê de hatiye vendan. Rojek beriya wê li Kobanê li du cihan jî kon hatibûn vegirtin. Di konê çalakiyê de wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê, zarokên ku bi destê DAIŞ‘ê û destê leşkerên Tirk li ser sînor hatine qetilkirin, hatine daliqandin.

Di bin kon de jin, mêr, zarok, ciwan, îxtiyan ên ji hemû pêkhateyên kantonê tên dîtin. Li cihekî dayikên şehîdan wêneyên zarokên xwe yên şehîd rakirine.

Li aliyekî din jî komeke ciwanên kantonê bi yek dengî dirûşmên  "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na" davêtin. Her kes derbasbûna Tirkiyê ji xaka Sûriyê dagirkirî dibîne.

Di koşeyek din de konê rûspiyên eşîrên Kurd û Ered civatek vekirine rewşa dawî ya herêmê û navdewletî goftogo dikin. Rûspî diyar dikin ku wan helwesta xwe ya li hemberî gefên Tirkiyê diyar kirine û ti carî dagirkeriyê napejirînin.

Saet derdorê 10‘ê sibehê, serdanên şaneyên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çalakgeran dest pê dike. Ji Minbic, Kobanê, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Eyn Îsayê serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe bi çalakgeran re tînin ziman.

Çalakî rojane ji aliyê saziyên ragihandinê ve tê şopandin. Tevî ku di aliyê ragihandinê de hewlesta gel a li dijî dagirkeriya Tirk hinekî hatiye nixumandin, lê  siyasetmedar, rewşenbîr, rûspî û rêveberên saziyan axaftinan dikin û dibêjin ji dagirkeriya Osmanî nû re na

Pileya gerêmê saet bi saet zêde dibe, carnan dighêje 40, lê her kes bi israr di nava çalakiyê de ye.

Her pêkhateyek bi cil û bergên xwe yên folklorî tevlî çalakiyê bûne û bi pirrengiya xwe mûzayîkeke çêkirine ku felsefeya netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye diyar dikin.

Jina bi navê Emîra Elî heta saetên derengî şevê di çalakiyê de ye. Emîra dibêje: “Em li vir in da ku ji dagirkeriya Tirk re îsbat bikin ku em dev ji xaka xwe bernadin û amadene li hemberî wan bisekinin. Em xwediyê vê axê ne, em destûr nadin ku Tirkiyê derbasî herêmên me bibe."

Ciwanê bi navê Husam El-Tirkmenî jî dibêje: "Ti ferq di navbera gelên Sûriyê de nine, em hemû bi aştî û aramî dijîn. Em nahêlin Tirkiyê derbas bibe û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne. Em ciwanên Girê Spî buhustek ji xaka xwe bernadin, were xwestin em ê çek hilgirin."

Di saetên êvarî de çalakiyên hunerî wekî stran, mûzik, helbest û dîlan têne lidarxistin. Her pêkhateyek çand û hunera xwe nîşand dide.

Li derdora kon Hêzên Parastina Civakî (HPC) 24 saetan bê westandin xebatên parastinê dikin.

Tevî gefên domdar ên Tirkiyê û tevgera wê ya li ser sînor her kes di bin kon de ji bo pêkanîna serkeftinê bi israr e. Paşde gav navêjin û teslîmkariyê qebûl nadkin û dagikeriya Tirk red dikin.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din