Ji bo zarokên astengdar ên Reqayê çalakî…

Bi dirûşma "Em bi kenê xwe îradeyê ava dikin" Buroya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê çalakiyek ji astengdaran re li dar xist.

Buroya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê çalakiyek li dar xist, bi dehan zarokên astengdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endamên saziyên herêmî û endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn.

Her wiha di çalakiyê de gelek şano, dîlan û wêne ku rastiya jiyana zarokên bajarê Reqayê nîşan dide, hatin pêşandan.

Çalakî piştî 4 salan ji dagirkeriya DAIŞ`ê û şerê li herêmê rû û bandoreke neyînî li psîkolojiya zarokan kir, pêk hat. Di dawiyê de Koma Reqa stran pêşkêş kirin.

ANHA


Mijarên Din