Ji bo xwendekarên zanîngehê kiriya veguhestinê daket

Gerînendeya Veguhestinê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan û Hawirdorê ya kantona Qamişlo bi biryarnameyekê ji bo xwendekarên zanîngehan kiriya veguhestinê kêm kir.

Komîteya Aborî û Diravî, Gerînendeya Veguhestinê ya Kantona Qamişlo û Yekitiya Ajokaran a Herêma Cizîrê pişt civîna ku di 14‘ê Îlonê de pêk hatibû de biryarnameyek derxistin, tê de kiriya veguhestinê di navbera bajarên Cizîrê de diyar kir.

Bi nêzîkbûna vekirina zanîngehan li herêma Cizîrê re,  Komîteya Şaredariyan û Gerînendeya Veguhestinê ya kantona Qamişlo bi şirketên veguhestinê re civiya. Di dawiya civînê de biryarnameyek ji bo xwendekarên zanîngehê yê kantona Qamişlo û Hesekê hate derxistin. Li gorî biryarnameyê kiriya veguhestinê ji 550 lîreyên sûrî daket 250 lîreyên sûrî li gorî karta zanîngehê. Her wiha ji bo malbatên şehîdan jî li gorî nivîsekê ji Mecilsa Malbatên Şehîdan veguhestin bê pere ye.

ANHA


Mijarên Din