​​​​​​​Ji bo wefadariya ji fedakariyên şehîdan re wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê xêz dike

Biharîn Sîno hewl dide behreya xwe di xêzkirinê de xurt bike, ji bo ku doz û berxwedana gelê xwe bi xêzên xwe vebêje.

Biharîn Sîno ya 32 salî, ji gundê Husê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Behreya wê di xêzkirinê de ji biçûkahiyê ve dest pê dike.

Di sala 2010`an de ji paymengeha wênesaziyê derdiçe. Ji bo pêşxistina behreya xwe tev li dewreyên navendên Tevgera Kevana Zêrîn û Akademiya Yekta Herekol dibe. Biharîn li kantona Efrînê rojên xwe di xêzkirina tabloyan û fêrkirina zarokan li Navenda Çand û Hunerê diborand.

Biharîn mîna bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê neçar ma ji warê xwe derkeve û niha li bajarê Helebê li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dimîne. 

Biharîn dibêje huner têkoşîn e, huner nêzî giyanê mirovahiyê ye. Wek nasnameyekê girêdana mirov bi civakê ve rave dike.

Biharîn li bajarê Helebê bi rêya behreya xwe tevahiya cureyên berxwedana serdemê belge kirin. Di vî warî de dibêje: "Piştî rêwîtiya koçberiyê, min xwest bîranên bajarê xwe bi taybet û bûyerên bi serê Efrîn û Şehbayê de hatine, rave bikim."

WÊNEYÊN ŞEHÎDAN XÊZ DIKE Û WEK DIYARÎ DIDE MALBATÊN WAN

Biharîn di çarçoveya projeya xwe ya hunerî de ya ku bi berxwedanê ve girêdayî ye, rêbazek nû da ku Berxwedana Serdemê berdewam bike, afirand. Biharîn wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê xêz dike û wek wefadarî ji bo fedakariyên wan, wêneyan şehîdan dê diyarî malbatên şehîdan bike. 

Ji bo wê Biharîn wêneyên şehîdên Serdemê kom kirin û dest bi projeya xwe kir. Dê piştre tabloyan diyarî malbatên şehîdan bike.

Her wiha Biharîn xebatên xwe wek endama Tevgera Kevana Zêrîn li Navneda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê didomîne. Rojên , în û şemiyê li navendê zarokan fêrî xêzkirinê dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din