Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk xwepêşandan pêk hatin

Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê û Tevgera Jinan a Ciwan a kantona Qamişlo, bi gelek çalakiyan êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarankirina gundewarên Dêrikê ku di encamê de du sivîl şehîd bûn, şermezar kirin.

Îşev bi dehan ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinan a Ciwan piştî kombûna li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê, xwepêşandanek li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dar xist. Xwepêşandan ji pêş Navenda Ciwanan dest pê kir û li tevahî kolanên Dêrikê gerî û ber bi Çerxeriya Şehîdan ve çû.

Xwepêşandêran meşale û pankartên bi nivîsên "Em ê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi dawî bikin û bi ser kevin" û "Na ji topbarana Tirk li dijî sivîlan re" hildan.

Xwepêşandêran li gel Çerxeriya Şehîdan a li naverasta Dêrikê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Tevgera Jinan a Ciwan Gulnaz Ehmed daxuyanî xwend.

Gulnaz Ehmed diyar kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tevgera Jinan a Ciwan êrişên dewleta Tirk a faşîst, hedefgirtina sivîlan û binpêkirina agirbestên navneteweyî şermezar dikin.

Gulnaz Ehmed wiha domand: "Em zod didin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk faşîst û çeteyên wê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî, bilind bikin. Ji ber ew bûn sedema koçberkirina 300 hezar şênî ji herêmên wan.

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

Girêdayî mijarê, bi dehan ciwanên navçeya Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan, topbarankirina gundewarên Dêrikê û şehîdxistina sivîlan xwepêşandanek li dar xist. Her wiha ciwanan bang li civaka navneteweyî kir ku sivîlên li Bakur û Rojilatê Sûriyê biparêze û sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re deyne.

Xwepêşandêr li pêş Navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger a rojavayê navçeyê kom bûn û li sûka navendî gerîn, piştre li pêş Navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê sekinîn. Li wir xwepêşandêran êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin û piştrast kir ku dê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşînê bidomînin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê rêveber ê Yekitiya Ciwanên Şoreşger Elî Mihemed daxuyanî xwend û wiha tê de got: "Hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan ew e ku herêmê ji şêniyan vala bike û tirsê bixe nava sivîlan."

Elî bi rêya daxuyaniyê piştrast kir ku gelên herêmê yên ji tevahî pêkhate dê li hember dagirkerî û planên bi hewldana koçberkirina ji xakê bisekinin û di berxwedan û têkoşînê de heta rizgarkirian tevahî xakê ji dagirkeriyê berdewam in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din