Ji bo rewastandina tevgera dewleta Tirk li Deryayê Spî Qibrisê banga ferzkirina cezayan kir

Îro wezîrê karên derve yê Qibrisê Nikos Christodoulides ji bo rawestandina tevgerên dewleta Tirk ên neqanûnî li rojhilatê Derayê Spî bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku cezayan li ser dewleta Tirk ferz bike.

Wezîrê karên derve yê Qibrisê ji dezgehên çapemeniya Yewnanistanê re diyar kir ku dewleta Tirk bi biryara xwe ji bo dirêjkirina karê keştiya lêgerînê li herêma aborî ya taybet bi Qibrisê, binlindkirina asta rageşiyê bi Qibrisê re pejirandiye.

Wezîr da zanîn ku Enqereyê bi van gavan armancên xwe zelal kirin, lewma li rojhilatê Deryaya Spî şantajan dike û ji ber vê yekê gelek dewlet aciz bûn.

Beriya rojekê ji daxuyaniyên wezîrê karên derve, wezîrê parastinê yê Qibrisê Charalambos Petrides hişyarî ji domandina şantajên dewleta Tirk li herêmê dabû ku ew ji rewşa li rojhilatê Deryayê Spî bi fikar in.

Wezîrê karên derve yê Qibrisê ji çapemeniyê re destinîşan kir ku divê YE peyameke cidî bide dewleta Tirk ku yekitiya helwesta xwe li hemberî tevgerên dewleta Tirk ên neqanûnî li rojhilatê Deryayê Spî  piştrast dike.

(eh)


Mijarên Din