Ji bo pêvajoyê guhartinê li Sûdanê şandeyeke siyasî hate avakirin

Meclisa Ewlehiyê biryar da ku şandeyekê ava bike da ku li Sûdanê di pêvajoya guhertinê de bibe alîkar û dema karê şandeya li Derforê dirêj kir.

Hinek dîplomatan ji AFP’ê re destnîşan kir ku Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 2 biryar dan, yek ji wan; sazkirina şandeyeke siyasî ku li bajarê Xertomê da ku alîkariya pêvajoyê guhartinê bike û ya din jî dirêjkirina karê şandeya ‘Yonamîd’ a li Derforê heya dawiya vê salê.

Biryara ku hatibû dayîn, ji bo şandeya siyasî ya bi navê ‘Yonîtamîs’ encama reşnivîsek ji Almanya û Brîtanyayê amade kir û 15 endamên Meclisa Ewlehiyê qebûl kir, pêk hat.

Li gorî biryarê, divê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterresrêveberekî ji bo şandeya nû hibijêre.


Mijarên Din