Ji bo pêşîlêgirtina Koronayê, Komîteya Aborî ya Reqayê nan li meclisên taxan belav dike

Komîteya Aborî ya Reqayê bi armanca ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigire û barê sekinandina şêniyên bi saetan li pêş firnan sivik bike biryar da ku nan bi rêya meclisên taxên li bajêr belav bike.

Ji ber berbelavbûna vîrusa Korona Komîteya Aborî ya Reqa bi Nivîsgeha Serjimarî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê re hevkarî kir û gelek civîn bi meclisên herêmî yên Reqayê re li dar xistin. Ew civîn der barê mekanîzmaya belavkirina nan li şêniyan de, li dar ketin.

Li gorî meclisa giştî û Nivîsgeha Serjimarî ya Meclisa Sivîl a Reqayê, hejmara şêniyên Reqayê yên nişteceh û yên hatine herêmê zêdetirî 400 hezar kes in. Ji berê wê di demên borî de li pêş firnan qerabalix zêde dibû.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Reqayê Mistefa Ebas piştrast kir ku ev mekanîzma dê bar li ser şêniyan bi rêya gihandina nan ji her malekê re bi rêya meclisa taxê, sivik bike.

Li ser nirxa ardê ku li firanan were belavkirin, Ebas da zanîn ku komîte 92 ton ar li firan belav dike, her firnek li gorî pêdiviya xwe û şênyên li taxê werdigire. Pîvana her tûreke nan jî hezar û 200 gram e û 10 nan tê de ye.

Di demeke berê de, gelek astengiyên xebatê li pêşberî komîteya aborî bûn. Jê jî nezelalbûna serjimariya şêniyan di navbera serijmariyên meclisên herêmî û qeydên nivîsgeha serijmariyê de bû. Bi wê re jî ard bi zêdetbûna xwesteka nan li hin taxan têrê nedikirî, wê jî hişt ku komîte pirsgirêkê bi lez çareser bike.

Ebas destnîşan kir ku Nivîsgeha Parastina Mezexêran barê serijmariya şêniyên li bajêr bi hevkariya bi meclisa giştî re hilgirtiye. Xebata wê jî anîna kartên malbatî ji kesên hatine herêmê re ye. Li aliyekî din jî çavdêriya xebata firnan bi rêya dewriyeyên birêxistinkirî yên li ser firnan hatine belavkirin, pêk tê.

Mistefa Ebas daxuyand ku her firna ku biyarên komîteyê bin pê bike, yan jî her kesê nan bifiroşe bazirganan dê were muhasebekirin. Lê heke binpêkirina biryaran dubare bû, dê firin were girtin, bac bide û ard li ser firneyê were qutkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din