​​​​​​​Ji bo piştgiriya gerîla pêşangeheke vekir

Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi armanca piştgiriya berxwedana gerîlayan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê pêşangeheke wêneyên şehîdên azadiyê û cilên gerîla vekir.

Pêşangehek bi şahiyekê li Parka 19’ê Tîrmehê hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên gerîlayên şehîd û şehîdên şoreşa Rojava û cilên gerîla hatin pêşandan.

Di şahiyê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û banga tevlêbûna berxwedana dîrokî ya gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li hember êrişên dagirkeriya Tirk kir.

Mehmûd da zanîn ku pêşandana cilên gerîla şanseke dîrokî ye ku ciwanên şoreşger çanda gerîla binasin.

Piştre hin xwarinên ku gerîla li çiyayên Kurdistanê çêdikin hatin pêşandan û dûvre dîlanên taybet bi gerîla ji hêla ciwanan ve hatin gerandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din