Ji bo peydakirina avê bi saetan dimînin

Bi sedan jin li nêzî bîra avê ya gundê Reîdat rojavayê navçeya Til Hemîsê li benda kehrebeyê dimînin. Piştî ku kehrebe were bi lez dibezin û hev du têvedidin da ku miqdara ava pêwîst ji malên xwe re bigirin.

Bi hezaran şêniyên gundên gundewarê navçeya Til Hemîsê ji ber kêmbûna ava vexwarinê ji ber sedemên xwezayî mîna zûhabûn û tunebûna çem, gol û kûrbûna bîran di peydakirina ava vexwarinê de zehmetiyan dikşînin. Her wiha sedemên din ên vê pirsgirêkê qirêjbûna ava bîran, bilindbûna asta şûriyê ji ber çemê El-Eheymir ê ku di gelek gundan re derbas dibe û bi xwe re bermahiyên zeviyên petrolê yên Rimilanê têne.

Şênî ji bo peydakirina ava vexwarinê bîran heya kûrahiya 300 m dikolînin. Yan jî avê ji sahrîcên taybet bi nirxên buha dikirin. Li gel şertûmercên jiyanê yên dijwar, şêniyan bang li şaredariyê kirin ku pêwîstiya wan ji ava vexwarinê re peyda bikin.

Dema kehrebe bigihêje wan gundan, şênî bi lez û di destên wan de dewl û birûşan dibezin bîra gund û ava pêwîst beriya ku kehrebe qut bibe tijî bikin û bibin malên xwe. Şênî ji bo vê 300 m heya hezar me dimeşin.

Gerînendeya Avê ya navçeya Til Hemîsê û şaredariyên gundewar tevî hejmarek rêxistinên mirovî hewl didin bi rêya bicihkirina depoyên avê li gundan pirsgirêka avê çareser bikin û ava vexwarinê peyda bikin. Gundên ji nebûna avê azarê dikişînin ev in: Xirbet Umer, Cîsî Mezin, Cîsî Biçûk, Zerqaa Mezin, Zerqaa Biçûk, Zerqaa El-Beşo, Ekreşe, Sefane, El-Bikariye, Zibîde(Zubeyde), El-Eheymir, El-Qadisiye, Mezrat El-Bikariye, Ceza û Mezrat Zibîde(Zubeyde).

Berpirsên Gerînendeya Avê ya navçeya Til Hemîsê dibêjin, ew ê stasyon, holên hilmijê, toreyên avê yên 5 stasyonên avê yên girêdayî navçeyê û gundewar ên ku xirabe bûne sererast bikin. Bi rastî jî xebatên sererastkirinê ji stasyona El-Hedîbe destpê kirine. Tê payîn ku hindek toreyên avê û avahî werin sererastkirin û dê jeneratorek were peydakirin.

Tê payîn ku Gerînendeya Avê 10 bîrên din bikole; 2 li navçeya Til Hemîs û 8 li gundewaran. Her wiha dê 2 bîran li stasyona Belqîs (1) bikole da ku avê bavêje 5 gundan. Tevî bîrek din ji bo ku sahrîcên avê yên taybet û şaredariyê tijî bike. Bîrek li stasyona El-Sekar a ku avê dighîne 5 gundan; Tihame, Tihame Rojhilat, Zehran, Xezale Herûriye û El-Endelus.

Azara domdar

Şêniya bi navê Xezalê Ehmed El-Ebûd ji gundê Xernûbî Reîdat azara xwe wiha vegot:  "Em rojane 10 lître av bi rêya erebaneyên biçûk dibin malên xwe." Xezalê bang li Şaredariya Gel kir ku avê ji gund re peyda bikin û jêderek avê, ava bikin.

 Turfe El-Mihemed ji şêniyên gundê Xernûbî El-Nayif got: " Ji ber barana ku îsal bi giranî bariye, em niha mala xwe sererast dikin. Ji ber wê pêwîstiya me bi avê heye. Em avê bi rêya galonan tînin mal. Da ku tevî heriyê bikin û pê malê restore bikin. Em naxwazin heta miqdarek biçûk ji ava ku em tînin,  vala vala xerc bikin. Ji ber ku êdî ji bo peydakirina wê em westiyane."

Şêniyê bi navê Hemîd El-Umerî yê ji gundê Xernûbî Reîdat dema li ber bîrê sekinîbû û li benda hatina kehrebeyê bû ji ajansa me re axivî û got: "Em avê ji bîrê dibin. Em û zarokên xwe jê vedixwin." El-Umerî destnîşan kir ku şêniyên gundên derdorê jî tên avê ji bîrê dibin.

Di dawiyê de El-Umerî got: "Bîr milka şêniyê bi navê Hisên El-Bedran e û ew jî ji şêniyên gund e. Dema kehrebe tê, şênî bi lez tên û amûrên xwe tijî av dikin. Ev bîr bûye meqseda şêniyan ji bo peydakirina ava vexwarin, şûştina cilan û hwd."

Nêzî 79 gundên gundewarê navçeya Til Hemîsê ji ber pirsgirêka qutbûna avê astengiyan dikşînin. Şaredariyên gel jî hewl didin bi derfetên heyî pirsgirêkê çareser bikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din