Ji bo parastina ji vîrusê komîn nan li şêniyan belav dike

Ji bo rêgirtina li pêşiya kombûnan li firinan, şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi rêya komînan nan werdigirin.

Ji despêka ferzkirina qedexeya derketina derve û girtina tedbîrên hişyariyê li dijî vîrûsa Korona, li navçeya Dibêsiye biyarek hate dayîn ku şênî nan ji firinan wernegirin. Lê belê ji komînan werbigirin. Şênî ji biryarê razî ne û teqez kirin ku ew ê biryara qedexeya kombûna li pêşiya firinan bînin cih.

Şêniyê bi navê Ibrahîm Helebî got: "Vîrûsa Korona li tevahiya cîhanê belav bûye. Rêveberiya Xweser ji bo wê biryara qedexeya derketina derve da. Her sibeh em diçin komîn ê û nanê xwe jê werdigirin. Ev gavek baş e. Ji ber ku li pêşiya firinan gelek qerebalix dibe. Ev jî li ser jiyana şêniyan xeter e."

ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ezîz Hemê diyar kir ku ew bi biryarê razî ye û got: “Em rojane nanê xwe bi rêya komîna taxê werdigirin. Ev tişt ji bo me baş e ji ber ku kombûn li pêşiya firinan çênabe û em nawestin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din