Ji bo mamosteyan li Minbicê dewreyeke perwerdeyê hate vekirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li bajarê Minbicê ji bo mamosteyan dewreyeke perwerdeyê ya çand û exlaq vekir.

Dewre li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan hatiye vekirin, 85 mamoste beşdarî dewreyê bûne û tê payîn ku 15 rojan dewam bike.

Endamê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Salih Hec Mihemed diyar kir ku mamosteyên kevn û nû tev li perwerdeyê dibin, ji ber madeya çand û exlaq di materyalên xwendinê de heye û paşê mamosteyên der biçin dê waneyên vê dersê bidin xwendekaran.

Sailh Hec Mihemed da zanîn ku armanca ji dayîna vê dersê guhartina hişmendiya ku rêxistinên terorîst daye avakirin, ji ber ku beriya niha herêm serwer kiribûn û pêwîstiya avakirina exlaqekî baş heye ku dawî li fikrên tundraw bîne, baweriya xwendekaran xurttir bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev wane dê li piraniya dibistana Minbicê û gundewarên wê ji refa yekan û heta refa 12`an were dayîn. 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatibûn taloqkirin û di 27`ê Îlona derbasbûyî de hatin vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din