Ji bo lêpirsîna kuştinên li Iraqê desteyek hate avakirin

Meclisa Dadweriyê ya Bilind a Iraqê îro ragihand ku desteyeke lêpirsînê ji bo suîqestên di demên dawîn de ava kiriye.

Meclisê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îro biryar hate dayîn ku desteyeke lêpisînê têkildarî sûcên kuştinê li peytexta Iraqê Bexdayê û li parêzgehên din bi hevkariya Wezareta Karên Hundir hat avakirin.

Meclisê da zanîn ku deste ji 3 dadwer û dozgerekî pêk tê.

Deste di demekê de ku gelek çalakvanên siyasî hatin kuştin, hat avakirin. Herî dawî jî pisporê karên ewlehiyê yê navdar Hîşam Haşîmî hatibû kuştin.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî soz da ku dê kujerên Haşimî bigirin û radestî edaletê bikin.


Mijarên Din