`Ji bo ku em fêrî zimanê Kurdî bibin, bi saetan di bin baranê re dimeşiyan`

Dagirkeriya Osmanî û hikumeta Baasê ya Şamê bi sedsalan nedihişt Kurd fêrî zimanê dayikê bibin. Piştî şoreşa Rojava gelek tişt hatin guhartin û pê re jî şoreşa zimanî bi pêş de çû. Êdî bi wê re derfet li pêş her kurdekî çêbû ku fêrî zimanê dayikê bibe. Lê belê ENKS’ê daxwaz kir ku zimanê kurdî were rakirin.

Di dirêjahiya 40 sal berê de, hikumeta Basê ya Şamê bi tevahî rêbazan, çand û nasnameya gelê Kurd asîmîle kir û çewisand, li gel wê jî dagirkeriya Osmanî di dirêjahiya 4 sedsalên berê yên dagirkirina herêmê de siyasetên asîmîle û tirkkirinê pêk anîn.

Li dijî gelê Kurd nêzî 450 salî çewisandina fikrî û qirkirina etnîkî ya yekser û neyekser bi destê dewleta Osmanî û hikumeta Şamê pêk hat.

Partiyên Kurd di salên 60 û heta bi 80’î yên derketina xwe de, zimanê kurdî bi rêya dayîna waneyan bi awayekî nepenî belav û teşwîq kir. Lê belê şaxên ewlehiyê yên cuda li pêş dibûn asteng.

JI BO FÊRBÛNA ZIMANÊ KURDÎ GELEK AZAR KIŞANDIN

Beryad Ehmed, jineke Kurd e, li ser destê bavê xwe fêrî zimanê dayikê bû, her wiha bavê wê di wê demê de endamekî partiyên siyasî yên Kurd bû. Niha Beryad Ehmed li Kobanê mamoste ye. Ji ber fêrbûna zimanê kurdî ew bi birayên xwe ve di dibistanên hikumeta Şamê yên wê deme de, gelek azaran kişandin. Her wiha hikumetê heta bidawîkirina lêpirsînên ewlehî yên der barê navên wan ên kurdî de, nehiştin ew ezmûnên amadehî bikin.

Beryad Ehmed wiha got: "Me lênûskên bi zimanê kurdî bi xwe re dibir û di dîwarên pez de vedişart. Heke ew lênûsk şaxên ewlehiyê yên hikumetê bi me re bigirta, dê temenên wê hebûna."

Beryad Ehmed ji hevalên xwe yên li dibistanê re negot ew fêrî zimanê kurdî bûye, ji ber malbatê ew têkildarî wê de hişyar kir.

Beryad behsa hewldanên qedexekirina zimanê kurdî di vê demê de kir û wiha got: "Aliyê siyasî yê ku daxwaza rakirina meteryalên kurdî dike, me vedigerîne dema ku zimanê kurdî qedexe bû. Niha saziyên me yên perwerdê hene."

Di salên 90’î de, hikumeta Şamê dewriyeyên şaxên ewlehiyê bi armanca dorpêçkirina tevgera siyasî ya kurd zêde kirin. Her wiha erkên van şaxan jî belavkirina tirsê di nava gel de li ser çalakiyên siyasî bûn.

 ‘XWESTEKA BETALKIRINA FÊRBÛNA ZIMANEKÎ PIR ŞERM E’

Şêniyê bi navê Hisên Muslim ê ji Kobanê ku ji kesên destpêkê yên ku fêrî zimanê kurdî di salên 80’î de bûye, wiha got: "Min wê demê ditirsî gotinek jî li ser zimanê kurdî ji kesekî re bigota, heta ez ditirsîm ji hevalên xwe re jî cihê ku fêrî wan tîpan dibim, bibêjim."

Muslim bi kurtî azarên xwe yên fêrbûna zimanê dayikê wiha got: " Ez ditirsîm ji xizmekî xwe re jî tiştekî bibêjim, heta em çûn Lubnanê û min ji şêniyan re digot zimanekî wan ê dayikê heye."

Hisên Muslim li ser xwestekên dawîn ên ENKS’ê yên der heqê betalkirina meteryalên bi zimanê kurdî li Rojava mixabîniya xwe nîşan da û wiha pê de çû: "Mixabin, piştî gelek şehîd, qurbanî, ked û van destkeftiyan, aliyên Kurd daxwaza betalkirina zimanê dayikê di meteryalan de dikin."

Hisên Muslim wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me ditirsî ku hevalên me bibihîsin em dizanin bi zimanê kurdî binivîsin û waneya bi şev distînin, bi taybet di zivistanê de. Ji ber di wê de ewlehî û alîgirên wê yên li herêmê kêm bûn. Me meşên dirêj di bin baranê de dikir, da ku fêrî zimanê xwe bibin, îro jî xwesteka betlakirinê dikin. Ew şermekî mezin e, nemaze jî xwesteka aliyekî siyasî yê kurdî."

(fr)

ANHA


Mijarên Din