Ji bo gundên Dêrikê klînîka gerok hate vekirin

Ji ber pêwîstiyên gundên herêma Dêrikê Weqfa Jina Azad klînîkeke gerok bi navê Arî vekir.

Ji ber gelek gundên herêma Dêrikê dûrî navendan in, Weqfa Jina Azad Nexweşxaneya Gerok Arî vekir û dê hefteyê 3 rojan li gundên herêmê bigere.

Armanca vekirina klînîka gerok dermankirina rewşên awarte ye, nexasim dermankirina jin û zarokan.

Di klînîka gerok a bi navê Arî de hemşîreyek û pîrikek dixebitin û tê payîn ku ji serê meha Cotmehê ve dest bi kar bikin.

Weqfa Jina Azad û Kongreya Star bi daxuyaniyekê li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer  ev proje ragihand.  Ji rêveberên weqfê Leyla Umer daxuyanî xwend û da zanîn ku ji bo alîkariya gundên herêma Dêrikê bikin ev klînîk hate vekirin, ji ber ku ev gund zehmetiyan di aliyê tenduristiyê de dikişînin.

Leyla Umer diyar kir ku armanca vekirina vê klînîkê ew e ku alîkariya şêniyên gundan bikin, nexasim  jin û zarokên nexweşiyên wan giran in, vîrusa Korona berbelav e û di demsala zivistanê de zehmetiyan dikişînin.

Leyla Umer bi bîr xist ku li herêmê cara yekemîn e ku gaveke wiha tê avêtin, klînîk dê dermanan ji şêniyên gundên Beravê û Koçerat re peyd bike û wekî destpêkê dê 3 rojan di hefteyê de bixebite.

eh

ANHA


Mijarên Din