Ji bo dûrxistina xetereya Koronavîrusê ji her kesî kar tê xwestin

Komeke jinên ji navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ku bi awayekî xwebexş maskên tenduristiyê çêdikin, diyar kir ku ji bo dûrxistina xetereya Koronavîrusê (Covîd-19) ji her kesî kar tê xwestin.

Hemû sazî, meclis, komîn û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû enerjiya xwe hewl didin xetereya Koronavîrusê dûr bixin û li gorî tedbîrên Rêveberiya Xweser û şaneyên aloziyê tev digerin.

Ji bo xweparastina li hember Koronavîrusê pêwîstiya bi maskan zêde bûye. Saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hewl didin pêdiviyên şêniyan yên maskan peyda bikin. Bi xebateke komînal Mecilsa Navçeya Tirbespiyê û Rêxistina Jiyan a herêmî werşeyek ji bo dirûtina maskên tenduristiyê amade kir.

Di werşeya dirûnê de gelek jin dixebitin û rojane derdora 800 maskên tenduristiyê çêdikin. Meclisa Tenduristiyê ya navçeyê maskan dezenfekte dike û ev mask li şêniyan tên belavkirin. Hewl tê dayîn mask ne tenê li şêniyan li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bên belavkirin.

Yek ji rêveberên Rêxistina Jiyan, Fexrî Ismaîl diyar kir ku ji bo xizmeta şêniyan wan tevî Meclisa Navçeya Tirbespiyê û Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan, dest bi kar kiriye.

Yek ji jinên ku li werşeyê kar dikin, Mutîa Ehmed Qasim jî destnîşan kir ku ji bo xizmeta şêniyan, ew bi awayekî xwebeş kar dikin û wiha dewam kir: "Ji bo dûrxistina xetereya Koronavîrusê, ji her kesî kar û hevkarî tê xwestin."

Piştî ku nexweşiya Koronavîrus li cîhanê belav bû, gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi şêwazeke komûnal beşdarî karên tedbîran ên li hember vê nexweşiyê dibe. Her kesek ji aliyê xwe ve hewl dide bibe parçeyek ji xizmetê ji bo ku civakê ji vê nexweşiyê biparêze.

(cx)

ANHA


Mijarên Din