Ji bo derbaskirina nakokiyan û pêkanîna yekitiyê bangên diyalogê

Meclisa Kantona Hesekê bang li hemû hêzên kurdistanî kir ku ji bo derbaskirina nakokiyên girêdayî Zînî Wertê û biserketina berjewendiyên nîştimanî yên kurdî, her wiha ku derfet nedin parçebûna Kurdan ku dikeve xizmeta berjewendiyên hêzên dijberî gelê Kurd, dest bi diyalogan bikin.

Li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê ji ber bicihkirina hêzên PDK`ê li herêmê tevliheviyên mezin çêbûn. Gelê Kurd dibêje bicihkirina hêzan di vê pêvajoya hesas de xetereyeke mezin li ser doza kurdî û yekitiyê çêdike.

Girêdayî geşedanên li herêma Zînî Wertê Meclisa Kantona Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso ve hat xwendin. Bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bang li hêzên kurdistanî hat kirin ku dest bi diyalogan bikin.

Ebd El-Xenî Oso destnîşan kir ku li herêma Zînî Wertê ku nuqteyek hebûna her sê hêzên Kurdistanê; PKK, PDK û YNK`ê ye, ji destpêka meha Nîsanê ve PDK`ê hêzên xwe li herêmê bi cih dike û ji ber wê jî tevlihevî çêbûye û dibe şer û nakokî di navbera hêzên Kurdistanî de çêbe.

Oso bal kişand ser girîngiya lihevkirinê û rênedana derfetekê ji hêzên dijber re û di serî de jî dewleta Tirk. Oso daxuyand ku ji ber girîngiya hevkariya yekdest û ji bo têkbirina planên dijmin ew bang li hemû hêzên Kurdan dikin ku ji bo lihevkirinê, berjewendiya neteweyî berî her tiştî ye, ji ber vê yekê nehêlin tu pirsgirêkên biçûk di navbera Kurdan de bikeve berjewendiya dijminên Kurdan.  

Daxuyanî bi dirûşmên ku banga yekitiyê dikin, bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din