`Ji bo dagirkeriya Tirk were darizandin, divê jin têkoşîna xwe mezin bikin’

Endamên rêveber ên Kongreya Star a Helebê bang li tevahiya jinan û rêxistinên jinan kirin ku bi erkên xwe rabin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê û tevahiya herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê bigirin. Her wiha asta têkoşînê mezin bikin da ku dewleta Tirk darizandin.

Nerazîbûnên li hemberî sûcên hovane yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinê zêde dibin. Li aliyek din rêxistinên têkildar û rêxistinên hiqûqî bêdengiya xwe ya li hember van sûcan didomînin.

Girêdayî vê mijarê endamên rêveber ên Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bang li tevahiya jinan kirin ku asta têkoşînê mezin bikin û tevahiya jinan rizgar bikin.

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî jinan zêde kiriye. Ev ne cara yekê ye ku sivîl di sêrî de jinan dike hedef.

Hêvîn wiha domand: "Di dema ku cîhan bi pandemiya Koronavîrusê mijul bûye, dewleta Tirk êriş û sûcên xwe yên li herêmên dagirkirî didomîne. Li ber çavên cîhanê û rêxistinên hiqûqî, bi dehan jin hatin revandin, îşkencekirin û qetilkirin.  Lewra em bêdengiya wan rêxistinan weke ku şirîkên Tirkiyê ne dihesbînin."

Hêvîn bang li tevahiya jinan û rêxistinên jinan kir ku erkên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî jinan çi li herêmên dagirkirî li Sûriyê yan jî li Tirkiyê bigirin. Her wiha zextê li hikumeta Erdogan bikin û banga muhesebekirina wî bikin.

Hêvîn destnîşan kir ku dewleta Tirk bi taybet jinê dike hedef, ji ber ku ketiye ferqê bi vîna jinê dê civak rizgar bibe û neteweya demokratîk pêş keve.

Di dawiyê de Hêvên Silêman got: "Em li hember van sûcên Tirkiyê bêdeng namînin. Em ê asta têkoşîna xwe mezin bikin ji bo ku jinê rizgar bikin. Em ê hewl bidin dewleta Tirk were darizandin.”

Girêdayî heman mijarê endama rêveber Nehla Mistefa binpêkirinên dewleta Tirk li dijî jinan ên li bakur û rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got: "Careke din jin bû qurbana sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê. Em ji dijmin re dibêjin, şeref ne bedena jinê ye, şerefa me ax û rûmeta me ye."

Nehla wiha pê de çû: "Em ê vîn û israra xwe bi hêz bikin û em ê asta têkoşîna xwe mezin bikin. Da ku bibe bersivek guncew ji tevahiya siyasetên li dijî jinê têne meşandin. Em ê li tevahiya qadan bin heta ku em bêdengiya navdewletî û rêxistinên hiqûqî ya şermok bişkînin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din