Ji bo ciwanên ku nû vegeriyane herêmê muhlet hat dayîn

Rêveberiya Xweser muhlet da ciwanên herêmê yên li derve dijiyan û ev demeke li herêmê vegeriyan ku tev li Erka Xweparastinê bibin.

Duh di navbera Daîreya Têkiliyên Derve, Buroya Parastinê û Desteya Hundrîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina ciwanên ku divê tev li Erka Xweparastin bibin û nû vegeriyane herêmê, civînek hat lidarxistin. Civîn ji bo derbaskirina zehmetiyên ku rastî ciwanan tên dema ku derbasî herêmên xwe dibin, hat lidarxistin.

Hevseroka Daîreya  Tikiliyên Derve Emel Dada ji ajansa me re diyar kir ku di civînê de û li gorî madeya 4`em a qanûna Erka Xweparastin derfet dan kesên ku li herêmên Rêveberiya Xweser vedigerin ku di nava 10 rojan de serî li navendên Erka Xweparastin bixin, ew dem dibe ku were zêdekirin û bibe 30 roj li gorî belgeyekê ji komînê ku diyar dike ew kes dervî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Tê payîn ku ev biryarname  li ser tevahî deriyên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnertiyên Rêveberiya Xweser li derve werin belavkirin da ku karên kesên ku li herêmê vedigerin, hêsan bike.

Li gorî xala 4`an a qanûna Erka Xweparastinê, kesên ku ji derveyî Rojava dijîn, dê ji bo belge bê dayin, li gorî belgeyê ew dikarin serbest bigerin, lê pêwîst di nava 3o rojan de serdana navendaên Erka Xweparstinê bike û deftera erkên xweparastinê werbigre.

(bx)

ANHA


Mijarên Din