Êla El Bobena yek ji mezintirîn êlên ereb li Minbicê ye ku li bajêr û 70 gundên bajêr dimînin. Ji ber hejmara wan a zêde, hişt ku ciwan meclisekê ji bo xwe ava bikin da ku barê li ser milê rûspiyan sivîk bikin û pirsgirêkên ciwanan çareser bikin, aştiyê û zanabûnê li ser hemû astên civakî, çandî û çandiniyê belav bikin.
Têkildarî mijarê yek ji rûspiyên êla El Bobena Raid El Munîr got: “Meclisa hewl dide ku hezkirin û biratiyê di nava şêniyên Minbicê û gundewarê wê de belav bikin. Hejmara endamên meclisê hêdî hêdî zêde dibe.”
Der barê sedemên avakirina meclisê de El Munîr got: “Di salên borî de, di encama şerê li herêmê de tevliheviyeke mezin bûn. Hişt ku em xwe ji nû ve birêxistin bikin, nakokî û pirsgirêkên di navbera êlan de çareser bikin. Her wiha da ku ewlehiyê, hezkirinê û aştiya di nava bajar û gundên xwe de biparêzin.”
El Munîr wiha domand: “Pirsgirêkên di nava ciwanan de gelek in bi taybet di temenê xeşimiyê de. Avakirina Meclisa Ciwanan di çareserkirina van pirsgirêkan de dibe alîkar. Meclis ne tenê pirsgirêkên di nava êlê de çareser dike, lê belê navendeke wisa ye ku hemû êlên Minbicê digihîne heve.”
Li gorî El Munîr, çareserkirina yekser a pirsgirêkan di bin çavdêriya rûspiyên êlan de, belavkirina zanabûnê li ser tevahiya astên civakî, çandî û çandiniyê de ji erkên meclisê ne.
Meclis ji 65 endaman; bijîşk, endezyar, mamoste, rewşenbîr û oldar pêk tê. Meclis piştî ku bi êlê re dişêwire biryarên komî distîne ku li gorî berjeweniya hemûyan e.
Têkildarî heman mijarê, endamê Meclisa Ciwnanên El Bobena Bedir El Hemûd got: “Meclisê roleke sereke di çareserkirina pirsgirêkan de lîst. Meclis pirsgirêkên di nava êlê de û êlên din jî çareser dike.”
El Hemûd ev li gotinên xwe zêde kir: “Meclis, alîkariyan kom dike û li hewcedaran belav dike. Ji dema erdhejê û vir ve, roleke mezin di pêşkêşkirina alîkariyan de ji bo mexdûran lîstiye. Çi li bajêr yan jî herêmên derdorê. Çi pêwîst bike em amade ne.”
Her wiha El Hemûd destnîşan kir ku meclis berdewama mîraseke çandî û exlaqî ya êlan e û wiha pê de çû: “Ji bo xizmetkirina civakê û parastina nasname û çanda xwe ciwanan bi rêbazên xwe yên nûjen ev mîrasa çandî bi pêş xist û li gorî wê pirsgirêkan çareser dikin.”
El Hemûd di dawiyê de got: “Em hêvî dikin ku meclisên ciwanan ên hemû êlên Minbicê ava bibin. Ji ber ku ev beşa civakê ji berê bêtir zanatir bûye, ji hev fêm dike û dikare pirsgirêkên ciwanan çareser bike. Biratî û rêzdariyê di nava şêniyên bajêr û gundewar de çareser bike.”
(dm/şx)
ANHA