Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hezaran ciwan li kolanan bû

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên girseyî de ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar xistine, hemleya “Bi giyanê Apoyî xwe nû bikin û cenga azadiyê bi ser bixin” ragihand. Ciwanan destnîşan kir ku hemleya wan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê berdewam bike.

Çalakî li herêmên Cizîr, Firatê, kantona Şehba, bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Helebê li dar ketin. Ciwanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

HERÊMA FIRATÊ

Ciwanan li herêma Firatê çalakî li pêşiya Parka 18`ê Tîrmehê ya li Kobanê li dar xist. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Rûhat Oso daxuyaniya ciwanan xwend.

Di daxuyaniyê de ciwanan destnîşan kir ku ew fedaî Rêber Abdullah Ocalan in ku fikr û felsefeya xwe, giyanê têkoşînê, berxwedanê û xwedîderketina li dozê di wan de çandin.

Her wiha ciwanan soz da ku piştgiriya gerîla bikin ku hebûna gelên bindest diparêze û dê hemleya wan bi ser keve. Ciwanan di daxuyaniyê bang li ciwanan kir ku tev li hemeleyê bibin.

Dûre ciwanan heta Qada Şehîd Egîd meşiyan.

Li qadê jî endamê Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed MIhemed axivî û destnîşan kir ku hemle dê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî ciwan li pêşiya Navenda Yekitiya Ciwanan kom bûn û heta navenda Kongra Star a navçeyê meşiyan. Li pêşiya navendê endamê rêveberiya Yekitiya Ciwanên Sûriyeyê ya navçeyê, Kîwan Kenan axivî û got ciwan bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer kir û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dê tê bikoşin.

TEBQA

Li Tebqayê jî bi dehan nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, tevgerên ciwanan li taxa yekem a bajêr kom bûn.

Endamê rêveberiya ciwanên şoreşger Mihemed Diyaudîn daxuyanî da û tê de got: “Bi pêşengiya ciwanên şoreşger, ciwanên Rêber Abdullah Ocalan em hemleya xwe ya nû bi dirûşma cenga azadiyê bi ser bixin, radigihînin. Hemleya me, bersiva kiryarên Erdoganê kujer û partiya wî ye ku sûcan li dijî herêmên ewle pêk tînin û êriş Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.

Armanca hemleya me, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, komployên li dijî gelên bidest û azad û piştevanên hêzên parastina rewa ye.”

REQA

Mîna li herêmên din li Reqayê jî ciwan li çerxerêya El Dele kom bûn û ber bi çerxerêya El Neîm ve meşiyan.

Li çerxerêya El Neîm endamê rêveberiya Ciwanên Şoreşger Mezlûm Hemo axivî û diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin, ji bo bidawîkirina tecrîdê jî dê li qadan bin.

ŞEHBA

Ciwan li ser rêya di navbera navçeya Fafîn û Kampa Berxwedanê de kom bûn. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Xwepêşandana ciwanan li pêşiya Meclisa Kantona Şehbayê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endamê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a kantona Efrînê Mihemed Xelîl axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Xelîl bêdengiya aliyên têkildarî mafên mirovan şermezar kir.

HESEKÊ

Çalakiya ciwanan ji pêşiya Parka Serok a li taxa Nasra dest pê kir û li pêşiya avahiya Komîteya Jîngeh û Şaredariyan rawestî û veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Ciwanên Şoreşger Leyla Hisên axivî û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em paşde gav navêjin. Dê çalakiyên xwe berdewam bikin ta ku serokê me azad dibe.”

GIRKÊ LEGÊ

Ciwanan li Qada Şehîd Xebat kom bûn û heta naverasta navçeyê meşiyan. Piştî ku meş rawestiya, endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Fener Silêman axivî û soza berdewamkirina têkoşînê li gorî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da. Silêman destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Ocalan, jiyana aştiyane û biratiya gelan li herêmê pêk hat.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê jî, endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Rojava Rîm Dada li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo axivî û got: “Berxwedana gerîla li Kurdistanê û QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemî xewnên firehkirinê têk bir û ji bo azadiya gelên cîhanê, bû çirûskek.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, girseyê bi erebeyan dest bi xwepêşdanê kir û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Serok” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz kirin.

MINBIC

Li Minbicê, xwepêşdanan ciwanan ji çerxerêya El Mîzan ta Stada 4`ê Nîsanê berdewam kir.

Li stadê, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Ehmed El Cemîlî ragihand ku ew tev li hemleya “Cenga azadiyê bi ser bixin” dibin û got: “Em bang li ciwanan dikin ku tev li hemleyê bibin ji ber ku hemleya me, serkeftina me li hember dewleta Tirk a faşîst, serkeftina gerîla jî, ji bo gelên Rojhilatê Navîn serkeftin e.”

HELEB

Xwepêşdana bi meşeleyan a ciwanan ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir.

Di xwepêşandanê de, berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê Canxweş Silêman axivî û got: “Em tecrîda li ser Serok şermezar dikin û dê bi dirûşma cenga azadiyê mezin bikin, tecrîdê têk bibin.”

Canxweş soza têkbirina tecrîdê da û got ciwan dê hertim amade bin ta ku dijmin ji axa Kurdistanê tê derxistin.

DIRBÊSIYÊ

Xwepêşandana ciwanan ji pêşiya navenda wan destpê kir û heta çerxerêya Gardîniya meşiyan. Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Li çerxerêyê bi navê tevgerê endama rêveberiya Tevgera Ciwanan Elîza Hiso daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewletaTirk a dagirker dixwaze gelê Kurd tune bike û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike.

Di daxuyaniyê de tecrîd hat şermezarkirin û ji bo bidawîkirina wê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza mezinkitina têkoşînê hat dayîn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan