Ji bin konê çalakiya konvedanê: Wek çawa me pêşiyên Erdogan derxistin em ê wî jî derxînin

Şêniyên Serêkaniyê û beşdarên çalakiya konvedanê ya li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo, hatiye vedan gotin: " Me çawa pêşiyên Erdogan yên Osmanî ji xaka xwe derxistin, em ê Erdogan jî derxînin."  Her wiha teqez kirin ku ew dest ji bostek xaka xwe bernadin.

Ev 7 roj in bê navber şêniyên bajarê Serêkaniyê yên neçarî koçberiyê bûne,  çalakiya protestoyî li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Neteweya Yekbûyî ya karûbarên koçberan a li bajarê Qamişlo, didomînin. Îro jî şandeyek ji şêniyên navçeya Til Koçerê tev li çalakiyê bû û piştgirya xwe ji çalakvanan û berxwedêrên eniyên şer re, anî ziman.

Şandeya şêniyên Til Koçerê ji endamên saziyên sivîl û rûspiyên navçeyê pêk hat. Şande bi sloganên silavkirina biratiya gelan û şermezarkirina dagirkeriya Tirk, tev li çalakiyên konvedanê bûn û ji aliyê şêniyên Serêkaniyê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.

Ji rûspiyên êla El-Şemer Suhêl El-Bixît axivî û wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusre û DAIŞ`ê red dikin. Ew bi awayekî hovane li pêşiya çavên cîhanî gelê Sûriyê dikujin û yasayên navdewletî derbas dikin."

`Cudahî di navera kurd, ereb û Suryan de tune ye`

El-Bixît wiha domand: "Em îro bi birayên xwe re şêniyên Serêkaniyê li dijî dagirkeriyê tev li çalakiyê bûne. Em teqez dikin cudahî di navbera Ereb, Kurd û Suryan tune ye."

El-Bixît bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin ji bo ku koçber vegerin warên xwe û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê vegerînin warên wan ji ber ku Sûriyê ne cihê terorê ye.

El-Bexît wiha berdewam kir: "Me pêşiyên Erdogan ên osmanî ji axa xwe derxistin. Dê rojek bê û Erdogan jî ji axa me derkeve. Em dest ji bostek axa xwe bernadin. Em guhertina demografîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin. Em dixwazin di nav aştiyê de bin."

El-Bixît diyar kir ku Erdogan nizane ku cudahî di navber Kurd û Ereb de tune ye. Xwîna pêkhateyên herêmê ji 9 salan ve tev hev bûye. Ew ê li hember her xeteriyekê li dijî ewlehî û hebûna wan bisekinin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Mehmûd El-Zahêr ji Serêkaniyê  ku tev li çalakiyê bûye got: "Em spasiya hemû kesên ku piştgiriya me kirine, dikin. Ji roja yekemîn ve gelê herêmê bi hev re desteka me dikin. Em hêz ji wan digirin. Ev jî asta hezkirina gelê Rojava ji hev re, asta girêdana wan bi hev re û yekitiya wan isbat dike."

El-Zahêr tevahiya dewletên cîhanê muxateb girt û got divê piştgiriya gelên herêmê yê ku rastî zulmê û çewisandinê tê,  bikin. Her wiha banga pêwîstiya vegera bi lez a şêniyan ji warên wan re bi sponseriya navneteweyî kir. El-Zahêr Erdogan û çeteyên wê bi cinaweran wesifandin û got: "Jiyan bi wan re ne pêkane."

ANHA


Mijarên Din