Ji ber zor û zulmê hêviya mirin dikirin

Piştî çend hewdanan û metirsiyan, karî ji Efrînê derkeve. Li ser laşê wî şûnên îşkenceyê û di bîra wî de gelek bûyerên ku dixwaze vebêje hene.

Welatiyek ji kantona Efrînê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike mîna bi hezaran Efrîniyan bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser kantonê neçar ma koçberî Şehbayê bibe. Lê bi îdiayên "Herêma Efrîn bi ewle bû" tê xapandin, li ser vê yekê vedigere Efrînê da ku li ser mal û milkê xwe be. Lê ya ku li benda wî bû ji mirinê xirabtir bû.

Li gorî welatiyê nexwest navê xwe eşkere bike piştî 5 rojan ji vegera li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di saet 05:00`an de, ser mala wî de girtin, destên wî kelepçe kirin û birin cihek ne diyar.

Di dirêjahiya 3 mehan de kesekî nizanî li ku derê ye û çima di navenda îşkenceyê ye? Di wê navendê de şêniyê ji Efrînê bi dijwartirîn cureyên îşkenceyê ji lêdan, keherebe, kêr û xeniqandin lê hat kirin.

Têkilkdarî serpêhatiya xwe dibêje: "Tevî komek ji şêniyên ji Efrînê em îşkence kirin. Gotinên nexweş ji me re digotin. Benek li stûyê me girê didan û em dixişikandin.”

Welatiyê efrînî wiha didome: " Hîna şopên îşkenceyê li ser bedena min hene. Caw dikirin dev û pozên me û av li me dikirin heya ku em bigihêjin asta xeniqînê. Em îşkence dikirin heta ku em mirinê hêvî bikin."

Milkên xwe difroşe û pere deyn dike da ku ji hovîtiya tiştên ku dîtine bireve

Şêniyê ji Efrînê destnîşan kir ku çeteyê ku bi wî re lêpirsîn çêdikir 300 hezar lîreyên Sûriyê li hemberî ku wî rake girtîgehên Tirkiyê dixwaze û ew jî wan pereyan dide. Piştî sê rojan jê pirs dikin ku dixwaze derkeve lê bi hikuma ku dewleta Tirk li ser wî ferz kiriye razî bibe yanî ji 5 heya 10 salan. Piştre li ser ferz dikin ku milyonek lîreyên Sûriyê bide.

Ji bo daxwaza pereyan telefonê didin wî da ku bi malbata xwe re biaxive. Şênî wiha domand: "Li ser wê ez bi birayên xwe axivîm û min ji wan xwest ku milkên min bifroşin û pere deyn bikin da ku ji vê tirajediyê xilas bibim. Birayên min tevî xizman pere peyda kirin û ez ji girtîgehê derketim."

Xwediyê erd tu hêz û karîna wan tune ye

Girêdayî rewşa şêniyan got: "Xwediyên erd tu maf û karînên wan ji bo ku di zeviyên xwe de kar bikin tune ye. Çeteyan her derê kontrol dikin."

Şêniyê ji Efrînê tekez kir ku tevliheviyek mezin di nav çeteyan de belav bûye. Gelek kom hene şêniyan direvînin, dikujin û termên wan davêjin nav zeviyan û kesek wan muhesebe nake.

Hemû hêvî dikin ji dewleta Tirk a dagirker xilas bibin

Şênî destnîşan kir ku tevahiya şêniyên Efrînê hêvî dikin ji vê ezaba derûnî û bedenî xilas bibin, lê pere li cem wan tune ye. Piraniya wan bê kar in û nikarin li bermaberî her kesekî milyonek lîreyên Sûriyê bidin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din