Ji ber zewaca xizman 4 zarok astengdar in

Ji malbata Hemûd Diyab 4 zarok ji ber zewaca xizman astengdar in.

Hemûd Diyab ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye, di encama zewaca wî bi xizmê xwe re bi navê Nadire Diyab ji bingeha 6 zarokan (4 keç û 2 kur) 4 zarokên wî astengdar in.

Xedîce (13), Emanî (12) û Rehef (11) di mêjiya xwe de astengdar in, tevî birayê wan Celal (9) ê ku ji ber pûçbûna mêjiya xwe nexweş e, nikare biaxive û lingên xwe bilivîne.

Bijîşkan diyar kirin ku ji ber zewaca xizman zarokên Diyab ketine vê rewşê. Her wiha ji ber ku her du hevser neketina ferqa xeteriya zewaca xizman û xwe derman nekirine.

Roj bi roj jiyana dayîka Nadire ji ber reftariyên keçên xwe vediguhere dojehê. Dayîk tevahiya deriyên malê yên li ser kolanan digire da ku xwe nevêjin yan jî xwişka xwe ya biçûk navêjin derve. Eger ji mal derkevin nikarin vegerin mal.

Dema dayîka Nadire wan ji mal derdixîne, ji dengên qerebeliqê tengav dibin, nêzî zarokan nabin û bi lîstokên parkê nalîzin.

Ya ku rewşa malbata Hemûd Diyab zortir kiriye, rewşa wan a aborî ya dijwar e. Diyab wek ajokarek erebeya veguhestinê kar dike, lê nikare lêçûna malbata xwe peyda bike. Her wiha kesek ne ji nêz yan jî ji dûr ve alîkariya wan nake. Lêçûna zarokên astengdar tevî serdana bijîşkan pir e.

Birayê mezin ê wan zarokan Ehmed Diyab(17) ji ajansa me re got: "Xwişk û birayên min ên astengdar in, reftariyên wan ne hevseng in, dikarin tiştên malê bişewitînin, ji ber wê ez hertim li cem wan dimînim da ku wan biparêzim."

 (şx)

ANHA


Mijarên Din