Ji ber xerçkirina zêde, hin tax bê av dimînin

Pirsgirêka xerçkirina zêde ya avê ji sedemên sereke ne ku av li ser hindek taxên derdora bajarê Kobanê qut dibe û bi awayekî lewaz dighêje hindek taxên din. Komîteya Zabîte ya Gerînendetiya Avê ya bajarê Kobanê diyar kir ku ji bo bidawîkirina vê pirsgirêka erka pêşîn û ya dawîn dikeve ser milê şêniyan.

Pirsgirêka xerçkirina zêde ya avê ji sedemên sereke ne ku av li ser hindek taxên derdora bajarê Kobanê qut dibe û bi awayekî lewaz dighêje hindek taxên din. Ev yek li kolan diyar dibe ku avê zêde tê bikaranîn. Kolan ji ber şûştina erebe û rêyan û gelek caran şûştina kolanê bi giştî, tijî av dibe.

Taxên Şehîd Fîras taxa Botan a rojhilat û rojava jî ji zêdetirîn taxên ku avê lê tê xerç dikin. Ji ber xerçkirinê, avê nagihêje taxên din ên ji wan bilindtir. Her wiha taxên li derdora bajêr weke taxa Şehîd Dijle û taxa Tirmîk ji avê bê par dimînin.

Av bi awayekî wekhev ji hemû taxan re tê şandin. Rojane 6 saetan av dighêje taxên başûrê bajêr û di roja din de 6 saetan avê didin taxên din.

Di vê der barê de Endama Komîteya Zabîte ya Gerînendetiya Avê ya bajarê Kobanê Perwîn Mihmed ji ANHA`yê re axivî.

Perwîn got armanca wan ne cezakirine, hişyarkirina  ji xerçkirina zêde ya avê ye. Her wiha diyar kir ku ew rojane taxên bajêr kontrol dikin.

Perwîn Mihemed wiha domand: "Rola destpêkê û dawîn a parastina avê li ser milê welatiyan e. Divê welatî avê zêde xerç nekin, ji ber ku dema av zêde tê xerçkirin nagihêje taxên din."

Perwîn Mihmed diyar kir ku ew rojane nêzî 15 kesan ceza dikin, girîngiyê didin hişyarkirina welatiyan û bi wan re nîqaş dikin her wiha wan di vî alî de hişyar dikin.

Li bajarê Kobanê avê bi awayekî zêde tê xerçkirin, lê li herêmê bi giştî avê kêm e. Dewleta Tirk miqdara ava çemê Firatê ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike, kêm kir. Ji ber wê jî rêjeya avê kêm bû. Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avê ji stasyona Elok a li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ji ser bajarê Hesekê qut dikin.

Girîngiya avê mezine bi taybet di demsala Havînê de. Lê xerçkirina wê bi awayekî zêde li bajarê Kobanê dihêle ku av neghêje beşeke mezin ji şêniyên bajêr. Piraniya wan nêzî Girê Miştenûr in ku ji taxên din ên bajêr bilindtire.

(bx)

ANHA


Mijarên Din